Dilber: Yekem Almanya, piştre Tirkiye

22-11-2016
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Stranbêja kurd Dilber Cizîrî dê sersalê li bajarê Dortmundê yê Almanyayê konserekê lidar bixe.

Dilber Cizîrî ji Rûdawê re wiha got: “Konsera me dê di 30ê Berfanbarê de li Dortmindê pêk bê. Di konsrê de ji bilî min Karwan Kamil û Dilşad Rojava jî beşdariyê dikin.”


Dilber dê piştî konserê dest bi klîbekê bike.


Stranbêja kurd wiha domand: “Ez niha amadekariya klîba em li Tirkiyê çêbikin dikim. Navê stranê Xayîn e. Gotinên stranê ji aliyê Sehr Bedrî ve hatine nivîsandin û awaz min amade kiriye.”


Dilber Cizîrî herwiha got, li gorî pêşbîniyên wan klîb dê destpêka sersalê amade bibe û piştre jî ji bo xebatên nê dê were Hewlêrê.



Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst