Şehram Nazirî nerazîbûnek tund nîşanî rapirsîna Hesen Zîrek da

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermendê navdarê kurd Şehram Nazirî li dijî rapirsîna ku li Mehabadê li ser Hesen Zîrek çêbûye, nerazîbûn nîşan da û wiha got: “Tişta ku min dêşîne ew e ku xelkê Mehabadê tevlî vê rapirsînê bûne. Yên ku Hesen Zîrek dixin rêza du hunermendên ciwan ên fars wê çaxê dê min bixin rêza kîjanê?”

Şeva 20ê Mijdarê, televîzyona lokalî ya bajarê Mehabadê rapirsînek di nav bajarê Mehabadê de li dar xistibû û ev pirs ji welatiyên kiribû:

Hûn ji van hunermendan kîjan zêdetir hez dikin: Hesen Zîrek (kurd), Morteza Paşayî (fars) û Mohsin Yêgane (fars).

Li gorî encamên rapirsînê derketibû holê ku xelkê Mehabadê herî zêde ji hunermendên fars hez dikin nek Hesen Zîrek, çimkî di rapirsînê de derdora %27 ji Mehabadiyan ji Hesen Zîrek hez dikin li hember de derdora %65ê Mehabadiyan jî ji hunermendê fars Morteza Paşayî ku hefteya borî ji ber nexweşiyê mir, hez dikin.


Ev rapirsîn rastî nerazbûna gellek hunermend û welatiyên Rojhilatê Kurdistanê hatibû. Nerazîbûnên li hember vê rapisînê didomin.

Hunermendê navdarê kurd Şehram Nazirî jî li ser vê rapirsînê ji Rûdawê re axivî û bi tundî nerazîbûn nîşan da.

Şehram Nazirî diyar kir ku ew ji wê rapirsînê pir êşiyaye lê tişta ku herî zêde ew êşandiye tevlîbûna xelkê di wê rapirsînê de ye û wiha got: “Ji ber ku ev 25 sal in min ti hevpeyvînek yan daxuyaniyek nedaye medyaya Îranê ji ber ku medyaya Îranê tenê dizanin aloziyê derbixin.”

Nazirî, Hesen Zîrek wek “efsaneya mûzîka kurdî” bi nav kir û wiha domand: “Yên ku efsaneya mûzîka kurdî bînin rêza 2 hunermendên ciwan wê çaxê dê min bînin rêza kê? Birastî dilê min pir şikest bi vê yekê.”

Ji aliyekî din, piştî ku pêlên nerazîbûnê li hember wê rapirsînê zêde bû, karmendekî televîzyona lokalî ya Mehabadê li ser rûpela xwe ya Facebookê wiha gotiye: “Ma gunehê me çiya ku xelkê deng daye Morteza Paşayî. Em jî bi vê yekê şermezar bûn.”