Karwan Kamil piştevaniya Pêşmerge dike
Hewlêr (Rûdaw)- Hunermend Karwan Kamil albûma xwe amade kir û bi stranekê û çend karên xêrxwazî jî, piştgiriya Hêzên Pêşmerge dike.
Karwan Kamil ji Rûdawê re got: “Albûma min a nû ku ji 8 stranan pêk tê, hema bêje amade ye. Lê ji ber vê rewşa niha, ez niha belav nakim.”
Hinek kesan Karwan Kamil rexne dikirin ku ew li hember rewşa Kurdistanê bê helwest e, lê Karwan wiha got:
“Ez bi karên pratîk bersiva wan didim. Beriya demekê min stranek bi navê ‘Dilovanî’ li ser vê rewşê belav kir. Ez bi hunermendên Dihokê re tevlî karên xêrxwazî jî bûm. Herwiha ez beşdarî xwepêşandanan jî bûme.”