Zubêr Salih ji penaberên Rojava re konsêrtek da

Hewlêr (Rûdaw) - Çalakiyên hunermendên Rojavayê Kurdistanê di nav penaberên Rojavayê Kurdistanê de berdewamin. Hunermend Zibêr Salih jî ku ji Elmaniya hatiye başûrê Kurdistanê, xwest bi dengê xwe û bi dengê têla bizqa xwe êş û azarên penabern kêm bike. Penaberan bi hatina Zubêr Salih gellekî kêfxweş bûn.

Zubêr Salih li kempa Qûştepe ya penaberên Rojava konsêrtek li dar xist. Salih, diyar kir ku ew bo kêfxweşkirina penaberan hatiye kempê û wiha got: “Her çiqas baran dibare lê ez dixwazim cîzme bixim nigê xwe û ji wan re stranan bêjim…”

 

Hezkirina jiyanê û mûzîkê tevlî zehmetiya rewşa penaberiyê û rewşa serma û baranê, lê penaberan li bin konekî biçûk akrîbûn di gel stiran û awazan dilgeş bibin û kêlîkek kêfê ji demê bidizin.

Awazê êşê awazê penaberiyê kêlîkekê rawestiya û dengê bizqa hunermendê Rojavayê Kurdistanê bi serket.