Mîtos û Edebiyat çap bû: ‘Bertekek e li hemberî manîpulasyonê’

22-10-2023
Nîşan Mîtos û Edebiyat Shahab Vali Kenan Subaşı
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – “Mîtos û Edebiyat” wekî xebateke edîtoryal di dawîya sala 2022yan da ji aliyê Dr. Shahab Vali û Doç. Dr. Kenan Subaşı ve hatiye amadekirin.

Mîtos û Edebiyat ji weşanxaneya weşanên Nûbiharê hatîye çapkirin, tev de 380 rûpel e û ji heşt beşan pêk tê.

Beşa yekem li ser pênaseya mîtosê û pêwendîya mîtosê û edebiyatê ye ku ji terefê Shahab Vali ve hatiye nivîsîn.

Li dû vê beşê xwendekarê doktorayê Samî Çeliktaş li ser rêwîtiya leheng û teoriyên li ser lehengê mîtolojîk nivîsîye.

Doç. Dr. Kenan Subaşı ji bilî xebata edîtorîyê bi du gotarên di nav vê xebatê da cih girtiye.

Wî gotarek li ser kesayetên mîtolojîk û rengvedanên wan ên di mîtolojiyê de nivîsîye û digel vê nivîsê beşek jî li ser dêw û formên dêwan û temsîlên wan ên di folklora Kurdî de nivîsiye.

Doç. Dr. Yakup Aykaç rengvadana mîtosa Kurdo-Îranî di edebiyata Kurdî ya klasîk da xebitiye û bi heman şiklî Dr.M. Şirin Filiz di edebiyata modern a Kurdî de û xisûsen di helbesta nûjen a Kurdî de bikaranîna mîtosê nivîsîye.

Gotara hevpar a Shahab Vali û xwendekarê doktorayê Cumhur Ölmez ku li ser rengvedana mîtosê ye di edebiyata Goranîya Kurdî de di vê xebatê da rêza heftem da cih girtiye.

Herwiha Doç. Dr. Ahmet Kırkan rengvedana mîtosê di nav edebiyata Zazakîya Kurdî de bi giştî xebitîye.

Bi vî rengî ji gelek aliyan ve pêwendîya mîtosa Kurdo-Îranî û edebiyata Kurdî bi gelek nimûneyan hatiye pêşkêşkirin û ji bo xwînerên mîtolojiyê berhemeke destpêkê ye.

Li ser têgeha Kurdo-Îranî û armancên vê kitêbê edîtoran di pêşgotina kitêbê da wiha gotiye:

"Xisûsen di du sed salên dawî de bi hişyarkirina hestên neteweyî gelek milet li dû esl û binyad û paşxaneya xwe ketine.

Ji bo xweisbatkirin û bidestxistina mafê gotinê di dinyaya îroj de reh û rîşên kevin bûne çavkanî û meşrûiyeta hebûnê ji bo qewman.

Wekî gelek miletên din Kurdan jî xwe li vê lidûçûnê qelibandiye û wan xwestiye nîşan bidin ku ew, yek ji qewmên Îranî yê herî qedîm bûne.

Ji bo isbatkirina vê yekê serî li mîtos û çanda xwe ya kevnare daye û di înşakirina miletbûnê de ew bi kar anîne. Digel kurdan qewmên din ên Îranî jî di vê hewldanê de bûne lê em dibînin di nav van qewman de çerxa gelekan çep ziviriye û di dinyaya modern de ji desthilatdariyê mehrûm mane û wekî tune hatine hesabkirin.

Dema ku bê qewet mane ji gelek aliyan ve jî manîpulasyon li ser wan hatiye kirin ku kurd jî di vê hewzaya manîpulekirî de mane. 

Yek ji van manîpulasyonan jî bêguman têgeha Îran[î] bûye. Navdanîna vê xebatê wekî mîtosa “KURDO ÎRANΔ bertekek e li hemberî vê manîpulasyonê çimkî em dizanin Îrana îro di çarçoveya Îrana çandî ya ku sînorên wê ji Hindistanê heya sînorê Anatoliyayê bû, nayê bikaranîn.

Herwiha Îran bi tenê bi navê qewmekî (Fars) re bêtir tê muqayesekirin û zêhnên mirovan bi gelek argûmanên yekalî hatiye şêlûkirin.

Yek ji armancên vê xebatê ew e ku nîşan bide rastî ne wisa ye û aliyekî din ê vê diyardeyê jî heye û digel ku gelekî eyan e jî lê bi zanatî tê tepisandin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst