Koma Muzîkê ya Mîrzo dê îro li Hewlêrê konserekê bide

22-10-2022
Serif Ozberk
Serif Ozberk @siyarberazi
Nîşan Koma Muzîkê ya Mîrzo Konser Hewlêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Koma Muzîkê ya Mîrzo ya girêdayî Peymangeha Muzîkê ya Mîrzo dê li Hewlêr a paytexta Herêma Herêma Kurdistanê konserekê bide.

Koma Muzîkê ya Mîrzo îro Şemiyê 22ê Cotmeha 2022an di demjimêr 19:00an de bi serpereştiya Pêşangeha Hunerî ya Hêlanê û bi hevahengiya Enstîtuya Goethe û çend saziyên din li Hewlêrê konserekê bide.

Peymangeha Muzîkê ya Mîrzo li navçeya komelgeha Xane Sor a Şingalê di sala 2019an de ji aliyê hunermend û muzîkjenê navdar ê ji Rojavayê Kurdistanê Ganî Mîrzo ve bi armanca perwerdekirin û alîkariya derûnî ji bo ciwanên Kurdên Êzidî û parastina muzîka resen a Kurdên Êzidî hate avakirin. Her wiha destpêka îsal li nahyeya Sinûn a ser bi Şingalê peymangeheke fêrkirina muzîkê hat vekirin ku Koma Muzîkê ya Mîrzo berhema wê ked û xebatê ye.

Koma Muzîkê ya Mîrzo heta niha çend stran amade kirine û li ser torên medyaya civakî yên wek Youtube, Facebook û Instagramê belav kirine.

Ganî Mîrzo kî ye?

Ganî Mîrzo di sala 1968an de li Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye. Piştî lîseyê berê xwe daye Helebê û li wir du salanan beşa muzikê xwendiye, pişt re vegeriyaye Qamişloyê û weke mamosteyê muzikê xebitiye.

Piştî qedandina leşkeriyê, ji bo xwendina muzikê berê xwe daye Ewropayê. Ganî Mîrzo ev bîst sal in li bajarê Barcelonayê ya Katalonyayê dijî û piştî kedeke mezin xwe di nav hunermendên vî bajarî de girt û bi nav û deng bû. Ganî Mîrzo niha jî bi awayekî zanistî û profosyonel xebatê li ser pêşxistina muzîka Kurdî dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst