Nizamettin Ariç yekem Xelatê Cemîl Horo û Bavê Selah wergirt

22-10-2018 1 Şîrove
Zinar Şîno
Komeke kesatyên Efrînî li Almanya hunermende Kurd Nizamettîn Ariç xelat kirin
Komeke kesatyên Efrînî li Almanya hunermende Kurd Nizamettîn Ariç xelat kirin
Nîşan Cemîl Horo Bavê Selah Nizamettin Ariç
A+ A-

Almanya (Rûdaw) – Komeke kesatyên Efrînî li Almanya hunermende Kurd Nizamettîn Ariç xelat kirin.

 

Komeke kesatyên Efrînî li Almanya ku hezkiryên çand u hunerê ne di destpêşxeriyekê de ragihandin ewê her sal bi merasîm xelatekê bi navê 2 hunermendên koçkirî yên herêma Efrînê bi navên Cemîl Horo û Bavê Selah, ji hunermendên ku xizmeta hunerê Kurdî kirine pêşkêş bikin.

 

Koma ji kesayetên Efrînê pêk tê bêyî ku saziyek a wan hebe  xelatê yekemê bi navên Cemîl Horo û Bavê Selah,pêşkêşî Hunermendê Kurd Nizamettîn Ariç kirin. Nizamettin  Ariç dibêje, heta dewleta Kurdî ava nebe çand û hûnera Kurdî jî pêş nakeve.

 

Derbarê vê yekê de Endamê Komiteya Xelatê Kurmancê Cemîl Horo û Bavê Selah, Dr. Mihemed Zeyno ji Rûdawê re diyar kir ku ew ne ti sazî, komele, rêxistin û partî ne, ew tenê çend kesayetên wek hezkirên ziman, çand, muzik û hunera Kurdî vî xelatê  bi navê herde hunermendên dengbêj ên Çiyayê Kurmancê Cemîl Horo û Bavê Selah didin.

 

Yekemîn xelat bi hunermendê kurdê ji Bakûrê Kurdistanê Nizamettin Ariç hate bexşîn.

 

Nizamettin Ariç jî got: “Ev xelat ji civaka me xelateke gelek baş e, lê hezar minakên wisa hebin jî me nikarin serbikevin, ji ber ku dewleta me nîne. Bê dewlet me qet nikarin bi ser bikevin. Roj bi roj kelepora me, çand û zimanê me ji me dûr dikeve.”

 

Lêkolerekî kurd ê du pirtûk li ser folklore Kurdî nivîsandîn Heyder Omer jî got: “Bi rêya van çand û dîroka Kurdî gihîştiye me. Heger helbestên ji devên van tên gotin neyên nivîsandin dê winda bibin. Divê pispor û lêkolîner li ser folklora Kurdî bixebitin.”

 

Cemîl Horo li salla 1934ê li gundekê girêdayî Bilbilê ji dayik bûye sala 1989ê koça dawiyê kiriye. Hunermend Ebdulrehman Omer ê bi navê Bavê Selah tê naskirin jî gundeke girêdayî Cindirêsê di sala 1952yê de ji dayîk bûye û di Tîrmeha 2016ê de li Nexweşxaneya Efrînê koça dawiyê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 
  • 22-10-2018
    bave diyar
    her biji ji were birano