"Şerefa kurdî" baştirîn xelata ewropî wergirt

22-10-2013
WLADİMİR VAN WİLGENBUR
A+ A-


Hewlêr(Rûdaw) - Li navçeyeke başûrê rojhilatê Tirkiyeyê, Dîlan (22) tenê ji ber ku ji xortekî ji gundên derdora gundê xwe hezkiriye, dibe qurbaniya kuştinê, ji bo parastina şerefê. Ev naveroka kurtefîlmekî kurdî-belçîkî ye, yê derhênerê kurd Bülent Öztürk bi navê "Xaniyek û pencereyên biçûk."

Vî fîlmî li 70emîn festîvala fîlman ya Veneziyayê xelata baştirîn kurtefîlm wergirt. Bülent got "Hêvîdar im bi sedema vî fîlmî roniyê bidim ser jiyana hezarên keçan, ku bûne qurbaniya kuştina ji bo şerefê. Ew keçên ku bi zorê têne zêwicandin."

Fîlmsaz û rexnevana sînemayî Mizgîn Mujde Erselan dibîne ku vî derhênerî babeteke baş destnîşan kiriye: "Gellekî girîng e ku roniyek têkeve ser vê babetê, ji ber ku salane li seranserî cihanê 5 hezar jin bi navê parastina şeref û namûsa malbatê dibine qurbanî. Ev kêşe li nav Kurdên Tirkiye û Iraqê gellekî tê behskirin." Mizgîn, ku keça yekî ji serkirdeyên PKK ye, got: "Em dixwazin li ber nêrîna giştî behsa vê kêşeyê bikin. Lewma me fîlm li ser çêkiriye." PKK, ku hejmareke mezin ji gerîllayên wê ji regeza mê ne, bi piştgiriya mafên jinan naskirî ye. Tevî ku ji aliyê Tirkiyeyê ve weke "grûpeke teroristî" tê binavkirin.

Heta îro "kuştina ji bo şerefê" di nav civaka kurdî de belav e. Dema ku keçek ji xortekî hez dike û pêwendiyê ligel wî girêdide, malbata wê vî karî wek şemezariyê dibînin û gellek caran keçê dikujin. Mizgîn ji Rûdawê re ragihand ku "me ev fîlm di rewşeke gellekî zehmet de tomar kir. Tenê di 5 rojan de me ev kar kir. Em çûne Kurdistanê, da ku belgefîlmekî amade bikin û keçekê bikin aktera sereke, ku bi rastî pêrgî vê rewşê bûye. Lê piştre bîrokeya me hate guhertin bo kurtefîlmekî."

Destpêkê biryar wiha bû ku ev fîlm li ser dayika Öztürk be, ku ji temenê 10 salî ve diçe nav malbateke din, da ku wê xwedî bikin. Öztürk dibêje: "Di dema 10 rojên plandan û amadekariya ji bo fîlmê xwe, min hest kir ku dayika min di rewşeke derûnî ya gellekî xirab de derbas dibe, ji ber ku bîranînên tahl dihatin bîra wê. Ev jî gellekî zehmet bû. Ji temenê 10 salî ve dev jê berda û ew dane malbateke din, da ku wê xwedî bikin. Dayika min ev tişt weke nehênî li cem xwe hişt û ji kesekî re negotibû."

Mizgîn ne tenê arîkariya nivîsandina vî fîlmî kiribû, lê belê rola akter jî standiye. Mizgîn dibêje: "Li gundan em gellekî li dûv akterekê geriyan, lê jinan nedixwestin rolê bilîzin. Eger bixwestana jî, hevjîn an birayên wan rê li ber wan digirtin. Bülent doz li min kir ku vê rolê bilîzim. Ez jî razî bûm. Tevî ku berê ezmûna min di vî warî de nebû."

Festîvala fîlmê ewropî ji aliyê çend akademiyên fîlmên ewropî û çend festîvalên fîlmên ewropî yên din hatiye amadekirin. Roja 26ê vê mehê xelata baştirîn fîlm di rêûresmekê de birêve diçe û Öztürk xelatê werdigire.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst