Sempozyoma dîn,ziman û nasnameya kurdî li Amedê destpê kir

22-09-2013
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Amedê yê Bakûrê Kurdistanê, Sempozyûma Navteweyî ya Dîn, ziman û nasnameyê hat li darxistin.


Sempozyûma ku îro (22.09.2013) dest pê kir dê 2 rojan berdewam bike.


Di konferansê de li ser mijarên weke “di 1876 an de ji qanûna esasî heta îro” li Tirkiyê pirsa kurdî, û gotûbêjên berfereh werin kirin.


Di Sempozyûmê de ku ji aliyê Kovara Nûbihar ve hatiye organîzekirin, li salona konferansê ya şaredariya Amedê hat li darxistin û gelek rewşebîr, sîyasetmedar, nivîskar û rojnamevan beşdar bûn.


Di axaftina vekirinê de berpirsê kovara Nûbiharê Suleyman Çevîk diyar kir ku li hemberî hemû zehmetiyan îro kovara wan 21emîn salvegera xwe pîroz dike.


Parlementerê Amedê Altan Tan jî di nava beşdaran de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst