‘Kardeş Turkuler’ xelata aştiyê ya Orhan Dogan wergirt

22-09-2013
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) - Koma mûzîkê ya bi navê “Kardeş Turkuler” (stranên bira) xelata aştiyê ya “Orhan Dogan” ji Meclisa Aştiyê ya Tirkiyê wergirt.

Li gorî ajansa Anadolu, Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyê îsal cara ewil li ser navê Orhan Dogan xelata aştiyê da.

Merasîma xelatkirinê li Qesra Pêşangeh û Kongreyê ya Navneteweyî ya Lutfu Kirdarê ya Stenbolê hat lidarxistin. Ji bilî nivîskarê navdar Yaşar Kemal gelek parlementerên Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) jî beşdarî merasîmê bûn.

Ahmet Hakan, Prof. Dr. Ayşe Erzan, Prof. Dr. Ayşe Soysal, Fatîh Polat, Hakan Tahmaz, Hîdayet Şefkatlî Tûksal, Murat Çelîkkan, Gulten Kaya û Orhan Dînk endamtiya juriyê kirin. Juriyê xelata aştiyê da Koma Kardeş Turkulerê û wan jî xelata xwe ji destê nivîskar Yaşar Kemal stendin.

Li ser navê Kardeş Turkulerê solîst Feryal Oney xelat wergirt û dest nîşan kir ku xelata aştiyê keda 20 salan e û wiha dewam kir: "Me stranên xwe li ser navê aştiyê digot û dema ku em ji bo vê armancê hatin li bal hev bilêvkirina navê aştiyê tiştekî pir bitalûke bû."

Berdevkê meclîsê Hakan Tahmaz diyar kir ku dixwazin di salên pêş me de jî vê organîzasyonê bidin dewamkirin. 

Orhan Dogan Kiye?

Siyasetmedar û hiqûqzanê kurd Orhan Dogan roja 25ê Tîrmehê 1955 li gundê Xelîla ya Kerboran a Mêrdîn ê di malbateke karmend de ji dayîk bûye. Ji ber karê bavê xwe jiyan û xwandina xwe li gelek cihan bidawî kiriye. Piştî bidawîkirina dibistana amadeyî sala 1974 dest bi zankoya Fakûlteya Dadnasiyê ya Enqereyê dike. Dibe parêzer û di rewşên dijwar de parêzvaniya çalakgerên Kurd dike. Bi damezrandina partiya legal a Kurdan (li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê) HEPê ve dest bi karê polîtikayê dike. Wekî parlamenterê Kurd tê hilbijartin û dikeve meclîsa Komara Tirkiyê. Sala 1994 bi darê zorê Dogan û parlamentêrên Kurd ên DEPê, bi dijûn û geflêkirinan ji aliyê polîsên dewletê ve ji meclîsê tên derxistin û zîndanîkirin.


Dogan jî wekî Leyla Zana, Selîm Sadak, Hatîp Dîcle nêzîkî 11 salan di girtîgehê de dimîne. Piştî serbestberdanê dîsa dest bi xebatên xwe yên polîtîk dike.


Tenduristiya Orhan Dogan di axavtineke xwe ya li bajarê Bazîdê de xirab dibe û roja 28ê Tebaxa 2007 bi nexweşiya dil li nexweşxaneya Zanîngeha Wanê jiyana xwe jidest dide. Dogan zewicîbû û 5 zarokên wî hebûn.

Orhan Dogan yek ji avakerên Meclisa Aştiyê ya Tirkiyê bû ji ber wê jî xelata aştiyê ya meclisê li ser navê wî tê dayîn.

Koma mûzîkê ya  Kardeş Turkuler sala 1993 li bajarê Stenbolê û ji aliyê komek xwendekarên zanîngeha Bogazîçî ve hat damezirandin. Endamên komê ji pirraniya pêkhateyên Tirkiyê yên mîna kurd, tirk, çerkez, ermenî, ereb û htd pêk tên ku stranên lazî, gurcî, çerkezî, kurdî, tirkî û erebî dibêjin.

Heta niha koma Kardeş Turkuler gelek albom derxistine her wiha ji gelek fîlman re mûzîk çêkirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst