Koma Rastak bû 20 sal li pey şopa stranên folklorî ye

Hewlêr (Rûdaw) - Koma Rastak, grûpeke hunermendên keç û xort ên Îranê ye. Ew ji hemû gel û neteweyên Îranê pêk tê. Ew stranên folklorî û resen ên hemû neteweyên wî welatî bi stîl û şêwazeke nû dubare dikin û bi cîhanê didin naskirin. Koma Rastak berî dora 20 salan hatiye damezrandin û beşdarî gelek festîvalên cîhanî jî bûye. Di vê fîçerê de, em ê guhdariya stran û muzîka Koma Rastakê bikin.

 

Bêtirî 20 salan e stran û muzîka neteweyên cuda yên vê navçeya tije alozî ya Rojhilata Navîn dijenin. Ew stranan ji bo hilrijandina hundirekî tije êş û keser dibêjin.

 

Li Îranê, Koma Muzîkê ya Rastak, yek ji kom û grûpên muzîkê yên navdar e û endam û jenyarên wê ji hemû milet û neteweyên cuda cuda yên Îranê pêk tên. Lewma ew bi stîl û şêwazeke nû karê dabeşkirinê ji bo stranên folklorî û resen ên hemû neteweyan dikin, bi awayekî ku ew stran reseniya xwe jî ji dest nedin.

 

Ferzad Muradî diyar dike: “Di dema çend salên çalakiyên wê de, Grûpa Rastak 5 albûm belav kirin. Albûma me ya yekem berî dora 10 salan bi navê (Albûma Rengwarên Kevin) derket. Piştre (Hemû Gelên Min) derket, herwiha albûma (Zirnaya Newrozê), di navbera Hetavên Herdemî û albûma dawîn de ku Rastakê belav kiriye, albûmek hebû bi navê (Behar) ku komek ji muzîkên taybet bi buharê li ba  neteweyên Îranê vedihewîne. Ew navçeyên ku me li ser wan kar kiriye bêtir muzîka folklorî ya Îranê ne.”

 

Di Koma Muzîkê ya Rastakê de, cihekî girîng ji jinan re heye. Lîna Dostî jenyara amûra kemançê ye, hertim hiş û hestên xwe tevlî note û melodiyan dike û bi riya muzîkê derbasî nav dil û hundirê hemû amadebûyan dibe.

 

Lîna Dostî dibêje: “Bi baweriya min, ji sala 2012an ve hevkariya min bi Rastakê re dest pê kir û ez heta vêga jî berdewam im. Girêdayî jenyariya jinan di Rastakê de, ez dibêjim dibe ku di hemû koman de sûdeke zêde ji jenyarên jin nedihat wergirtin. Lê bêguman roleke me ya girîng di nava grûpê de heye.”

 

Berê gotine muzîk sînoran ji holê radike. Koma Muzîkê ya Rastakê jî zimanekî hevpar di muzîk û stranan de dîtiye. Bi riya zimanê muzîkê hemû neteweyan bi hev dide naskirin. Herwiha pêwendiyên ruhî di navbera neteweyan de ava dike.

 

Seba Cemîlî dibêje: “Em her wextî diçin rêwîtiyan û programa me heye û xelk muzîka me dibihîzin çi li welatê me û çi li derveyî welêt, tu dibêjî qey me zimanekî hevbeş di muzîkê de dîtiye. Me karîbû seqayeke wiha bibînin, yanî zimanekî bi wateya peyvê Rastakî ku karîbû bi piraniya welatên cîhanê re pêwendiyê çêbike û ziman derbas kiriye ango zimanekî muzîkî ye ku me karîbû çêbikin û tu dibînî xelk çiqasî bi hêsanî di bernameyan de bi me re hevdeng dibin di demekê de ku ji helbestên ku em wan dixwînin fêm nakin yan tew dibe ku cara yekem be guhdariya wê muzîkê bikin ku em pêşkêş dikin. Lê ewqasî bi hêsanî pêwendiyê bi me re çêdikin ku em bi xwe matmayî dibin. Bi nerîna min, Rastak gihîştiye zimanekî hevbeş.”

 

Gelek caran bi riya muzîk û awaz û rîtman ruhên westiyayî aram dibin. Koma Muzîkê ya Rastakê bi jenîna amûrên xwe guh û mejî û derûnan bi awazên efsaneyî tije dikin û ji bo hertim bi nemirî dimîne.