Mihemed Hebeş li Almanyayê romana xwe ya nû da naskirin

Hewlêr (Rûdaw) - Nivîskarê ji Kobanî, Mihemed Hebeş Kunno romana xwe ya bi navnîşana Sifr El-Ricûi anku Vegername, li Almanyayê îmze kir.

Li navenda Komkar Koln li welatê Almanyayê û bi beşdariya komek rewşenbîr û kesayetiyên Kurd, ahengeke îmezekirinê ji nivîskar Mihemed Hebeş Kunno re ji bo îmzekirina romana wî hate lidarketin.

Mihemed Hebeş Kunno derbarê romana xwe ya nû de got, “Ev romana êşa milletê me ye ku di 10-11 salên şer de çi bi serê wê hatiye.”

Amadekarê merasima îmzekirina romanê, Mehmûd Kalo jî ragihand, “Bi nêrîna min erkek dikeve ser milê me her kesî ku em piştgiriya zana, romannivîs û nivîskarên xwe bikin.”

Mehmûd Kalo dibêje, divê em li pişt wan bin daku ew jî bikarin tiştekî pêkşkêşî me bikin.

Nivîskar Mihemed Hebeş Kunno ji bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê ye û niha li welatê Almanyayê dijî.