Helbestvanê Kurd Ferîd Zamdar koça dawî kir
Hewlêr (Rûdaw) - Nivîskar û helbestvanê Kurd ê ji Başûrê Kurdistanê, Ferîd Zamdar şeva bihorî ji ber nexweşiyê di temenê 67 saliyê de koça dawî kir.
Li gor zanyariyên Rûdawê, Ferîd Zamdar şeva yekşemî di saet 23:50 de û di encama nexweşiyeke dijwar de koça dawî kiriye.
Helgurd Cundiyanî li ser hesabê xwe yê di tora civakî ya Facebookê de nivîsandiye: “Zamdar, hemû jiyana xwe ji bo xwandin û nivîsînê terxan kiribû, ji bilî nivîsên wî, çend dîwanên helbestan jî her ji salên 60 ên sedsala bihorî ve heta niha çap kirine.”
Birûska Mebestekê, Soza Sîberê û Bê Navnîşan sê ji wan berhemên Zamdar in ku hatine çapkirin.
Bi gotina Helgurd Cundiyanî, îro Duşemî 22ê Tîrmeha 2019an yekemî roja şîna Ferîd Zamdar e û şîna wî li bajarê Hewlêrê, li Mizgefta Ebûbekirê Siddîq birêve diçe.
Ferîd Zamdar, sala 1952an li bajarê Hewlêrê ji dayik bûye, di navbera salên 2004 heta 2006an de Serokê Ofîsa Silêmaniyê ya Yekîtiya Rojnamevanên Kurdistanê bûye. Zamdar herwiha endamê berê yê Ofîsa Ragihandina YNKê û Şêwirmendê Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî bûye û di sala 2017an de bi fermî dest bi endamîtiya YNKê berda.