Helbestvanê Kurd Ferîd Zamdar koça dawî kir

22-07-2019
RÛDAW
Nîşan Kurd Kurdistan Helbestvan Ferîd Zamdar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nivîskar û helbestvanê Kurd ê ji Başûrê Kurdistanê, Ferîd  Zamdar şeva bihorî ji ber nexweşiyê di temenê 67 saliyê de koça dawî kir.

 

Li gor zanyariyên Rûdawê, Ferîd  Zamdar şeva yekşemî di saet 23:50 de û di encama nexweşiyeke dijwar de koça dawî kiriye.

 

Helgurd Cundiyanî li ser hesabê xwe yê di tora civakî ya Facebookê de nivîsandiye: “Zamdar, hemû jiyana xwe ji bo xwandin û nivîsînê terxan kiribû, ji bilî nivîsên wî, çend dîwanên helbestan jî her ji salên 60 ên sedsala bihorî ve heta niha çap kirine.”

 

Birûska Mebestekê, Soza Sîberê û Bê Navnîşan sê ji wan berhemên Zamdar in ku hatine çapkirin.

 

Bi gotina Helgurd Cundiyanî, îro Duşemî 22ê Tîrmeha 2019an yekemî roja şîna Ferîd Zamdar e û şîna wî li bajarê Hewlêrê, li Mizgefta Ebûbekirê Siddîq birêve diçe.

 

Ferîd Zamdar, sala 1952an li bajarê Hewlêrê ji dayik bûye, di navbera salên 2004 heta 2006an de Serokê Ofîsa Silêmaniyê ya Yekîtiya Rojnamevanên Kurdistanê bûye. Zamdar herwiha endamê berê yê Ofîsa Ragihandina YNKê û Şêwirmendê Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî bûye û di sala 2017an de bi fermî dest bi endamîtiya YNKê berda.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst