ROJHILAT - Şûşeya nargîlê dikin guldank

22-06-2016
RÛDAW
Nargîle
Nargîle
A+ A-

Ormiye (Rûdaw) - Li bajarê Ormiye yê Rojhilatê Kurdistanê helmetek hate destpêkirin ku şûşeyên nargilê dikin guldank.


Helmet piştî qedexeyeke resmî liser kêşana nargîleyê li qawexane û xwaringehên seranserê Îranê tê.


Polîsê Îranê ciyên ku nargîle didin kêşan dê bigire.


Di çarçoveya helmetê de, nîgarkêşê kurd Şoriş Nesîrî ku piştevanî li qedexeya nargîleyê li ciyên komelgehî dike li hola werzişê ya Zanîngeha Teknîkî ya Ormiyê resîmekî 700 metre çargoşeyî çêkir ku têde şûşeya nargîleyê wekî guldankekê xêz kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst