Metîn û Kemal Kahraman 24ê Gulanê li Amedê konsertê lidar dixin

22-05-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendên Kurd Metîn û Kemal Kahraman ku birayên hev in û piranî bi muzîka Kurdî ya zaravê Kirmanckî/Zazakî tên naskirin, roja 24ê Gulanê (du rojên din) li Amedê konsertekê saz dikin.

Her du hunermendên Dêrsimî piştî konsertên xwe yên li Êlih (Batman) û Mêrdînê, sêyemîn konserta xwe ya gera meha Gulanê li bajarê Amedê lidar dixin.

Konserta Metîn û Kemal Kahraman a li Amedê dê du rojên din, di 24ê Gulana 2022an de be.

Her du hunermendên Kurd roja 18ê Gulanê li Êlihê û 21ê Gulanê jî li Mêrdînê konsert saz kiribûn.

Konserta herdu hunermendan a li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê jî ku biryar bû roja 17ê Gulanê bihatiba lidarxistin, ji aliyê parêzgariya Mûşê ve hatibû qedexekirin.

Li ser vê mijarê Metîn Kahraman ji Rûdawê re diyar kir “dema ku konserta Mûşê hat qedexekirin, têgihîştinek hebû ku ew gera muzîkê di dema plankirî de neyê sazkirin.”

Konsera Amedê dê li Navenda Çandê ya Sezaî Karakoç bê lidarxistin û bilêtên konserê jî li Ofîs Has Gûmûşcûlûk û Neval Gîda li beramberê Şanoya Dewletê tên firotin.

Metîn û Kemal Kahraman dê di 27ê Gulanê de li Mêrsînê, 28ê Gulanê li Edenê û di 18ê Hezîranê de jî li Enqerê konsertan bidin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst