Xelef Diljan: Civaka me li hember hunerê ne hayedar e
Stenbol (Rûdaw) - Li Stenbolê wênesazekî taybet heye ku navê wî Xelef Diljan e. Ew xortekî jêhatî û behremend e. Behremendiya wî jî ew e ku ew hem wênesazekî ji derveyî rêzê ye û hem dengekî wî yê bêhempa heye. Carina di destê wî de tembûr heye li têlan dide û carina jî radihêje firçe û pênûsan wêneyan çêdike. Di temenê xwe yê ciwan de xwe di her dû şaxên hunerê de gihandiye asteke bilind.
Xelef Diljan bi eslê xwe ji Semsûrê ye ku yek ji bajarên Bakûrê Kurdistanê ye. Heta demekê li welatê xwe maye û bişûnde mîna gelek Kurdên bakûr bi armanca xwendina zanîngehê berê xwe daye rojavayê Anatolê. Piştî ku li Konya zanîngeh diqedîne tê Stenbolê ji bo xwendina xwe ya bilind a li ser şêwekariyê tewaw bike. Dûre jî ji xwe re destgeheke taybet vedike û dest bi karê xwe dike. Îro ew wênesazekî binavûdeng e û wêneyên ku çêdike ji her deren dinyayê ji aliyê kiryaran ve têne kirîn.
Hunermend Xelef Diljan wiha behsa xwe û hunera xwe dike: “Li Semsûrê ez ji dayik bûm. Fikra wênesaziyê jî wisa çêbû, mezinê min jî wênesaz e. Ew 3 salan ji min mezintir e. Ez dema ku 11 an 12 salî bûm wî dixwest li zanîngehê li ser wênesaziyê perwerdê bistîne. Min jî dema li wêne û xebatên wî dinhêrt pir li xweşa min diçû. Li malê min jî çêdikir. Ew jî tim dihat digot wisa bike û wiha neke. Bala min bi vî awayî hate kişandin. Min li xebatên wî nêrî û wisa destpêkir. Min zanîngehê jî li ser wênesaziyê li bajarê Konyayê xwend. Piştî wê di sala 2013an de ez hatim Stenbolê. Li vir jî min mastira xwe kir. Ew jî li ser wênesaziyê bû. 7 salin jî ku ez li vir im û jiyan wisa bu hunerê berdewam e.”
Xelef Diljan nebitenê wênesaz e, herwiha eleqeyeke wî ya germ heye li ser muzîkê. Ew li tembûrê dixe û bi dengê xwe yê delal stranan dibêje. Dema dixwaze navberekê bide karê xwe yê wênekirinê radihêje amûra xwe û li têlên wê dide. Carina jî ew û hevalên wî yên muzîkjen tên ba hev û ji xwe re didin şox û şengan.
Wek ku me got ew kesekî behremend e. Li gor ku hunermendê hêja dibêje di malbata wan de huner her tim ji xwe re ciyekî taybet girtiye. Lê dibêje ya girîng ew e ku meriv xwe bide karê xwe û xwe bipêş bixe. Ji bo ew kesên ku dixwazin xwe di heman hunerê de bigihîjînin astekê hin pêşniyarên wî jî hene.
Derbarê vê yekê de Xelef Diljan dibêje: “Civaka me ya Kurd li hember rengvanî û hunera me zêde ne hayedar e. Asas ew jî kêmasiya me ye. Weke mînak ez dixwazim îro li Amedê salonên galeriyan hebin ku em pêşangehan vekin. Ev kêmasî ye. Çima ezê rabim li Stenbol, Enqere an Îzmîrê pêşangehan vekim. Divê em li ciyê yên ku Kurd lê dijîn jî vekin. Ji bo ew jî werin û xebatên me bibînin. Ez dixwazim weke mînak yê Mihemed Şêxo, Cegerxwîn an Egîdê Cimo jî çêbikim ji ber ku ew xezîneyên me ne. Divê em xwedî li wan derbikevin. Ez jî bi rêya xêzkirinê xwedî li wan derdikevim. Ango dixwazim mirov wan bibînin, bipirsin ew kî ne? Ji bo em wan bidin naskirin. Daxwaziya min jî ev e, ez ji bo vê çêdikim. Ew çanda me ye, divê em xwedî lê derên.”
Wênesazî beşeke taybet a hunerê ye. Mirovatî bi rêya nirxên estetîk her tim xwe bipêş xistiye. Wek ku tê gotin, her wêneyek helbesteke bêpeyv e. Xelef jî bi rêya wêneyê helbestên giranbuha diafirîne.