Ganî Mîrzo ji bo mexdûrên erdhejê konsertekê saz dike

22-03-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermend û muzîkjenê navdar ê Kurd Ganî Mîrzo li bajarê Valenciayê yê Spanyayê ji bo piştevaniya mexdûrên erdhejê yên li Rojavayê Kurdistanê, Bakurê Kurdistanê, Tirkiyê û Sûriyê konsertekê pêşkeş dike.

Hunermedê ji Rojavayê Kurdistanê Ganî Mîrzo ji Rûdawê re ragihand, ku dê roja 23ê Adarê li bajarê Valenciayê li komeke mûzîkê konsertekê saz bike û hemû dahata wê ji bo mexdûrên erdhejê were dayîn.

Ganî Mîrzo diyar kir ku ji bilî konsera mûzîkê, dê belgefîlma xwe ya bi navê “Harmoniya Piştî Şer” ku bi sponsoriya Rûdawê li bajarê Kobanî hatiye tomarkirin jî pêşan bide.

Di nav komê muzîk a ku konsertê pêşkeşbike de Neila Benbey û Martin Melendez Torres jî hene.

Ganî Mîrzo kî ye?

Ganî Mîrzo sala 1968ê li Qamişloyê ji dayik bûye. Piştî lîseyê berê xwe daye Helebê û li wir bo du salanan beşa muzikê xwend, piştre vegeriya Qamişloyê û weke mamosteyê muzikê xebitî.

Piştî qedandina leşkeriyê, ji bo xwendina muzikê berê xwe da Ewropayê. Ev bûn bîst sal ku ev awazsazê kurd li bajarê Barcelonayê dijî û piştî kedeke mezin karîbû cihekî xwe di nav hunermendên vî bajarî de bigire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst