Yekemîn Festîvala Çand û Hunerê ya Herîrê hat sazkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarokê Herîr a ser bi navçeya Sorana girêdayî Hewlêrê ve “Yekemîn Festivala Çand û Hunerê ya Herîr”ê hat sazkirin.


Bo yekem car Festivala Çand û Hunerê ya Herîr bi beşdarkirina bi sedan welatiyan birêve çû.


Festivala navborî ji aliyê pênc komeleyên sivîl ve hat sazkirin û di festival de berhemên kulturî, tablo, ferş û wêneyên pêkve jiyanê hatin nimayişkirin.


Ji Başûr û Rojhilatê Kurdistanê 12 hunermendan beşdarî kirin.


Festivala Çand û Hunerê ya Herîr bi boneya hatina meha adar û Cejna Newrozê hat sazakirin û kesên festival organize kirine dibêjin ew dixwazin kevneşopiyên herêmê bo nifşên nû jî veguhezin. Biryar e di salên bê de festival bi awayekî berfirehtir bê pêkanîn.