Hanî, Şivan-Şerîf-Dilşad û Xêro ji bona Pêşmerge dicivîne!

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermenda kurd Hanî eşkere kir ku ew û hunermendên navdar ên mîna Şivan Perwer, Hesen Şerîf û Dilşad Seîd berhemekê ji bo Pêşmerge hazir dikin ku heta Newrozê dê xilas bibe.

Hunermenda Rojhilatî Hanî, ku li Almanyayê dijî, çend roj berê vegeriya Kurdistanê.

Hanî ji Rûdawê re got, ez mijûlî projeyeke pir mezin im li ser Pêşmerge ku dê heta niha Newroza îsal amade bibe û belav bibe.

Hanî da zanîn ku di amadekirina wê berhema hunerî de, Şivan Perwer, Hesen Şerîf, Dilşad Seîd alîkariya wê dikin û got, îhtimal heye Xêro Ebas jî tevlî me bibe û em dixwazin bi vê yekê peyamekê ji her çar parçeyên Kurdistanê bidin Pêşmerge.

Wê hunermenda bedew û dengxweş anî ziman ku ew projeya wê mezintirîn proje ye ku li ser Pêşmerge çêdike û wiha axivî: “Ji ber ku li gorî min heta niha tiştekî wisa nehatiye kirin…”