Roja duyemîn a Festîvala Gelawêj taybet ji bo jenosîda ermeniyan e

21-11-2016
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Festîvala Gelawêj Silêmanî Ermen
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw)– Roja duwemîn a 20emîn Festîvala Gelawêj a Silêmaniyê, taybet ji bo danasîna wêje û lêkolînên welatê Ermenîstanê ye. Herwiha dê di vê beşê de mijarên derbarê jenosîda ermeniyan a sala 1915ê bên gotûbêjkirin.

 

Li Hola Tewer a bajarê Silêmaniyê, 20 Festîvala Gelawêj bi rêve diçe. Festîval bi sponsoriya Tora Medyaya Rûdawê tê sazkirin.

 

Peyamnêrê Rûdawê Hewkar Yasîn ragihand, “Di panelên îro de dê bi taybetî çand û wêjeya ermeniyan, jenosîda li ser gelê ermen û diyaloga ermen û kurdan bê gotûbêjkirin. Herwiha dê bi gotara helbestvanê ermenî Gregor Suhrab dest pê bike.”

 

Dê di roja duwem a festîvalê de 2 panel bên pêşkeşkirin. Panelek derbarê “Jenosîda gelê ermen û pêwendiyên ermenî û kurdan” de ye.

 

Panela duwemîn jî derbarê çand û wêjeya ermeniyan de ye. Ji bo beşdarbûna vê festîvalê 8 rewşenbîr û nivîskarên ermenî û herwiha Balyozê Ermenîstanê li Iraqê, Wezîrê Çandê yê Ermenîstanê jî hatine vexwendin.

 

Ev mêvan ji welatên cuda hatine û yekemîn care ku dê li Kurdistanê li ser êş û xemên hevbeş ên herdu neteweyan gotûbêj bên kirin.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst