Rapirsîna li ser Hesen Zîrek rastî nerazîbûna tûj a hunermendên kurd hat

21-11-2014
RÛDAW
A+ A-

Mehabad (Rûdaw) – Di encama rapirsînekê de derket holê ku hunermendê navdarê kurd Hesen Zîrek li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê tenê “%26”ê xelkê jê hez dikin lê %65 ji Mehabadiyan ji hunermendê fars bê bi navê Morteza Paşayî ku hefteya borî mir, hez dikin! Komek hunermendên kurd jî li dijî vê yekê bi tundî nerazîbûn nîşan dan.

Şeva borî (20ê Mijdarê) televîzyona lokalî ya bajarê Mehabadê rapirsînek di nav bajarê Mehabadê de li dar xistibû û ev pirs ji welatiyên kiribû:

Hûn ji van hunermendan kîjan zêdetir hez dikin: Hesen Zîrek (kurd), Morteza Paşayî (fars) û Mohsin Yêgane (fars).

Li gorî encamên rapirsînê derket holê ku xelkê Mehabadê herî zêde ji hunermendên fars hez dikin nek Hesen Zîrek çimkî di rapirsînê de derdora %27 ji Mehabadiyan ji Hesen Zîrek Hez dikin li hember de derdora %65ê Mehabadiyan jî ji hunermendê fars Morteza Paşayî ku hefteya borî ji ber nexweşiyê mir, hez dikin.

Lê ev rapirsîn û encamên wê, rastî nerazîbûna komek welatî û hunermendên Rojhilatê Kurdistanê hat.

Jeniyar û solîstê Koma Kamkar, Erselan Kamkar li ser navê malbata Kamkar ji Rûdawê re got, ew rapirsîn karekî xelet e ji ber wê jî em vê yekê şermezar dikin. Hesen Zîrek hunermendekî mezin ê kurd e. lewma ew rapirsînê bêhurmetî li hember Zîrek, hunera kurdî û gelê kurd e.

Hunermend Mezher Xaliqî jî nerazîbûna xwe wiha nîşan da: Li gorî min ew rapirsîn tiştek vala bû. yê ku ew pirsa pirsiye nizane Hesen Zîrek çiqasî mezin e ji ber wê jî ew pirs yan ji ber kînê hatiye pirsîn yan jî bi nezanî hatiye kirin.

Hunermend Heyde Kakî jî li dijî wê rapirsînê axivî û got, ew rapirsîn karekî kirêt bû. Mamosta Hesen Zîrek pêşengê çanda kurdî ye û ti carî nabe bi wan kesan re were nirxandin. Ev rapirsîn bi qesta siyasî hatiye kirin û bi vê yekê hurmeta gelê kurd û hunermendên kurd şikandine.

Hunermend Ferdîn Lahûrpûr jî dilgiraniya xwe wiha anî ziman: Ew rapirsîn bi temamî xelet e ji ber ku bêhurmetî ye li hember gelê kurd û hunera dewlemend a kurdî. Ti kes nikare wan kesan bi hunermendên kurd re bide ber hev.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst