WAN - Ji 365 odeyên Dêra Meryemayê 17 ode mane

21-09-2023
RÛDAW
Dêra Meryemayê
Dêra Meryemayê
Nîşan Wan Payîzava Dêra Meryemayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dêra Meryemayê ya li navçeya Payîzavayê ya Wanê bi giştî ji 360 odeyan  pêk dihat lê ji ber zerereke zêde dîtiye niha tenê 17 odeyên wê li ser piyan mane.

Dêra Meryemayê ya li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê ku dîroka wê vedigere bi sedan salan berê, mazûvaniya bi hezaran geştyarên navxwe û biyanî dike.

Dêra Meryemayê  salên 700î li navçeya Payîzavayê hatiye çêkirin, di dema çêkirinê de ji bo temsîla her rojeke salê wekî 365 odeyan hatiye avakirin.

 Lêbelê di nav demê de zirer û ziyan gihîştiye dêrê û niha bi tenê 17 ode li ser piyan mane.

Her sal bi hezaran kes diçin dêra dîrokî dibînin.

Xwezahezên Kuluba Xweza û Werzişê ya Geliyan çûn dîtina dêrê.

Serokê kulubê Omer Demez diyar kir ku dêr xwedî dîrokeke qedîm e û got:

"Me li Dêra Meryemayê çalakî li dar xist ku li vê herêmê xwedî dîroka herî qedîm e û ji 365 odeyan pêk tê. Ji ber texrîbata demê, niha mirov dikare li 17 odeyan bigere.

Berhemeke bêhempa ye. Her sal bi sedan xwezahez tên dîtina vir. Divê herkes were û vir bibîne."

Çiyager Emrah Yavuz jî diyar kir ku ew çûnê dîtina dêrê, wan dêr pir eciband û lewma divê herkes biçe dîtina wê û herwiha ev der divê were parastin.

Ji aliyê Mîrektiya Ermenan a Vaspuragon ve li Geliyê Norduzê li kêleka Çemê Arazê hatiye avakirin.

Lê piştî bûyerên salên 1895-96an ên "Serhildana Ermeniyan" wêran bûye û li benda nûjenkirinê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst