Di wijdana nivîskar û helbestvanan de serxwebûn

Hewlêr (Rûdaw) - Serxwebûn û dewletbûna Kurdistanê raman û xeyala herî diyar û balkêş e ku hêlîna xwe di dilê her Kurdekî de çêkiriye, nexasim di dil û wijdanê piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd yên her çar parçeyên Kurdistanê de.

 

Bi taybetî helbestvanên Rojavayê Kurdistanê girîngiyeke pir mezin dane mijara serxwebûna Kurdistanê û dirustbûna dewleta kurdî û bi dilekî tijî hezkirina welat û rizgariyê li benda roja serxwebûnê mane.

 

Helbestvanên Kurd yên Rojavayê Kurdistanê di dîwan û berhemên xwe yên giranbuha de, cihekî pir mezin û taybet dane mijara serxwebûn û rizgariya Kurdistanê.

 

Helbestvanê Binxetê yê mezin û navdar Mele Nûriyê Hesarî ku di sala 1934an de hatiye ser rûyê dinyayê, hemû jiyana xwe di xewn û hêviya dîtina dewleta kurdî û derketina Kurdan ji bin destê dagîrker û neyaran buhurand.

 

Mele Nûrî ku di sala 2011an de ji dinyaya fanî bar kir û wek Seydatê Pirêşan jî tê binavkirin, dixwest berî mirina bêmefer çavên xwe bi ala kurdî ya rengîn û dewleta kurdî ya serbixwe bixemilîne. Pirêşan di helbesta xwe ya bi navê Berî Mirinê de wiha dibêje:

 

Xwezya berî ez bimrim peyda kirba min derman

Ew bû kû min bidîta bûye dewlet Kurdistan

Leşker çêkin bezrînê li Berzan û li Batman

Xuyabî ala rengîn li ber derya Loristan

Zînim tînim dibînim ber çavê xwe Kurdistan

Dîn û bê hiş dimînim ji av û bax û bustan

Bêjim sirûdê Kurda dilxweş çêkim Nûrozê

Aza bibî Kurdistan ruha bin em ji dozê

Zaro herin dibistan mîna berxê di kozê

Bikin seyran û geştê li wan çolan wek mozê

 

Mihemed Elî Heso jî yek ji helbestvanên klasîk yên Binxetê ye. Heso ku wek Nûjen jî dihat naskirin û di sala 1930î de ji dayik bû, helbestvanekî neteweyî yê dildarê serxwebûn û azadiya Kurdistanê bû. Nûjen di sala 2016an de xatirê xwe ji dinyayê xwest û pê re negihîşt Roja Serxwebûnê bibîne. Di sala 1993an de, Mihemed Elî Heso helbestek bi navê Roja Serxwebûn nivîsand û tê de wiha dibêje:

 

Ji bo te rojê divê gelek kar

Ku em te derxin ji destê neyar

Tu têbîra me di xewnê şevan

Di êrîşa de di nava ewcan

Mane gelê Kurd salên dûrdirêj

Jibo te dikir rojî û nimêj

Ew geh bi xweşî, geh bi kîn û gef

Ji lewra dijmin me berdide

hev. Tev ji bo te ye roja serxwebûn

Rengê te çi ye tu çi lewn û gûn

Ji bo te dikim ezjî vî karî

Da zû derkevim ji şeva tarî

Rêça bi rûmet rêça serxwebûn

Gernasên hêja divê rê de çûn