Stranbêj Tara çîroka jinên Şengalê dilorîne

21-09-2014
RÛDAW
Trajediya jinên Şengalê
Trajediya jinên Şengalê
Nîşan Tara Mamedova Jinên Şengalê
A+ A-

Parîs (Rûdaw) – Hunermend Tara Mamedova ku ji kurdên Qirxizîstanê ye bo trajediya jinên Şengalê stranek amade kir. Tara bi strana xwe êş û elemên jinên êzîdî ku di koçberiyê de zarokên wan nefesa xwe ya dawî di hemêzên wan de didin, dilorîne.

 

Tara bi klîpa “Jinên Şengalê” ku ji dîmenên karesata koçberiyê pêkhatiye, azar û elema jin û zarokên Şengalê digihîne cîhanê. Di stranê de her wiha îrade û wêrekiya jinên kurd tev êş û elêmê tê zimên.

 

Tara Mamedova sala 1983ê li Qixizîstanê hate dinê û di 10 saliya xwe de tevî malbata xwe derbasî Rûsyayê bû. 12 saliya xwe de dest bi perwerdeya muzîkê  kir. Piştre li Parîs paytexta Frensayê bicih bû û li wê derê perwerdeya xwe ya muzîkê domand. Hunermend Tara niha li Parîsê dijî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst