Alî Înanir straneke bi Kurdî û Tirkî belav kir

Hewlêr (Rûdaw) – Stranbêjê ji Dêrsima Bakurê Kurdistanê Alî Înanir strana xwe ya herî nû ya bi navê “Haykiriş” waye “Hawar” li ser tora civakî ya Youbeê belav kir.

 

Derbarê vê yekê de Alî İnanir ji Rûdawê re ragihand, ku strana wî behsa karesatên gelê Kurd li herçar parçeyên Kurdistanê dike, weke peyamekî ye ji bo neyarên gelê Kurd, ku hertim zulm û zordarî li hember Kurdan kirine.

 

Stranbêjê Kurd got: “Gotinên stranê yên min in û awaz jî yê hunermend Yilmaz Ayan û Ciwan Ayaz e û karê tomarkirina mûzîlê li stûtyoya Çarlorîn a Hewlêrê hatiye kirin û li Stenbolê jî bi awayeke profesyonelî dabeşkirina mûzîkê jê re hatiye kirin.

 

Alî Înanir xelkê Dêrsimê ye û ev çend sal in bi karê hunerî ve mijûl e, heta niha 3 stran belav kirine. Înanir niha li Başûrê Kurdistanê nîştecîh e.