Sîdar Ferîd yekem berhema xwe ya profesyonel belav kir

Hewlêr (Rûdaw) – Muzîkjen Sîdar Ferîd piştî xebatên dûr û dirêj yekem klîba xwe ya profesyonel a bi navê “Xemik Talan e” belav kir û vê berhema xwe diyariyê yek ji dengbêjên navdar ên herêma Botanê Fadil Cizîrî dike.

Muzîkjenê ciwan Sîdar Ferîd stîla payîzokên Botanê û muzîka nûjen têkil kiriye û bi formuke nû strana bi navê “Xemik Talan e” weke klîp belav kir.

Karê produksiyon û aranjeyê Erdem Altinses li xwe girtiye û stranbêj Murad Demîr, Seyîdxan Sevînç û Lawîn Zerkî jî di backvokalê de cih girtine.

Sîdar Ferîd gotinên stranê ji Fadil Cizîrî girtine û wî bi xwe awaz û muzîka wê daniye û strana xwe diyariyê ruhê Fadil Cizîrî dike.

Muzîkjenê ciwan Sîdar Ferîd ku bi eslê xwe ji Gundikê Melî yê ser bi Şirnexê ve ye, her çend ji axa bav û kalan dûr li Stenbolê hatibe dine jî, çanda dengbêjiya Botanê hêj ji zarokatiyê ve bi saya albûmên xwişkên wî birina malê di dilê wî de şîn bûye.

Sîdar Ferîd ji Rûdawê re behsa karê xwe yê muzîkî kir û got: “Me di strana Xemik Talan e de selîqeyeke nû ceriband. Ez spasiya hemû kesên beşdar bûne dikim, bi taybeti destxweşiyê li Erdem Altinses, Murad Demîr û Seyîdxan Sevînç dikim. Min berî niha çend stran belav kiribûn, lê ev berhema min a yekem a profesyonel e. Ez dixwazim bi rengê xwe berhemên nû derxînim holê.”

Derbarê projeya xwe ya nû de jî Sîdar Ferîd got: “Em niha li ser straneke din a bi nave Bîşêngê kar dikin. Gotin û muzîk a min e û aranjor û produksiyon her dîsa Erdem Altinses li xwe girtiye. Di demeke nêzîk de em dê belav bikin.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Sîdar Ferîd da zanîn ku wî gelek guhdariya muzikên cur bi cur kirine û wiha pê de çû: “Dema ez zarok bûm xwişkên min gelek albûm dianîn malê çi bi Tirkî, Kurdî, Farsî û zimanên din be min hemû guhdar dikirin. Ji ber wê yekê ez ji her rengê muzîkê hez dikim, lê herî zêde dengbêjên me yên Botanê û Bahdîna bandora xwe li min kirine û ez serê xwe li ber wan hemûyan ditewînim.”