Hewlêr (Rûdaw) - Şêwekara Kurd Arya Attî, ku li Almanya dijî, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand, ku rastî êrîşeke nijadperestên Almanî hatiye.
Arya Attî li ser rûpela xwe ya Facebookê ragihandiye, ku ew rastî êrîşeke nijadperestên Almanî hatiye.
Attî, resameke Kurd û xelka herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê ye û niha li Almanya dijî. Arya Attî li Almanya di beşdarbûna pêşangehan de hunermendeke çalak e.
Wê şêwekara Kurd di Facebooka xwe nivîsandiye, ku li bajarê Kasselê yê Almanyayê, nijadperestekî Almanî êrîşî wê kiriye, ew bi ser zarokê wê de avêtiye erdê û birîndar kiriye, gotinên nexweş ji xerîban re gotiye û piştre ji cihê bûyerê reviyaye.
Di vê dema dawiyê de rêjeya nijadperestiyê li Almanya û herwiha dijatiya penaberan li wî welatî zêde bûye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse