Stranbêjê Şemzînanî Bekirxan di klîpa xwe de cih da Sofî Omer

21-06-2023
RÛDAW
Nîşan Buhara Şemzina Sofî Omer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Stranbêjê Şemzînanî Bekirxan Bêgalteyî Herkî di klîpa strana xwe ya herî dawî “Buhara Şemzîna” de cih da Sofî Omer.

Sofî Omer ê ku bi vîdeoyên xwe yên sergovendan ên li ser tora civakî navûdengê xwe li cîhanê belav kiriye jî di klîpê de cihê xwe girt.

Hemû lîstikvanên di klîpa ku li gundên Şemzînanê hatiye girtin de cih girtine jî şeniyên herêmê ne.

Gotin û muzîkê strana “Buhara Şemzîna” ji aliyê Bekirxan Bêgalteyî Herkî ve hatine amadekirin.

Di stranê de behsa bedewiyên xwezaya navçeya Şemzînanê dike û her wiha di klîpê de ev bedewiyên xwezayî têne nîşandan.

Klîpa strana “Buhara Şemzîna” ji aliyê Avesta Production ve hatiye girtin.

Klîpa Bekirxan Bêgalteyî Herkî ya bi navê “Bajarê Me” jî deng vedabû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst