Nivîskara Kurd xebata sed salan a jinên Kurd nivîsî

Hewlêr (Rûdaw) – Nivîskar û lêkolera Kurd Mahabad Qeredaxî xebata sed salan a jinên Kurd di pirtûka bi navê “Afretîzm” de nivîsî û biryare di demeke nêzîk de pirtûka xwe çap bike.

 

Mahabad Qeredaxî ji Rûdawê re ragihand: “Pirtûka Afretîzm ji 360 rûpel e û behsa xebata serxwebûn û azadiyê ya sed salan (1918-2018) a jinên Başûrê Kurdistanê dike.  

 

Qeredaxî herwiha got: “Zêdetirî 6 meh in ez mijûlê nivîsandina vê pirtûkê me. Lêkolîneke dîrokî ye û ji yekemîn rêxistina jinên Kurd, (Komeleta Pêşxistina Jinên Kurd) ku di sala 1919ê de hatiye avakirin, dest pê dike.

 

Mahabad Qeredaxî heta niha 34 pirtûk nivîsandine. Nivîskara Kurd li Zanîngeha Stokholmê riştên civaknasî, derûnasî û perwerdeyê xwendiye.

 

Niha jî li Zanîngeha Sabis beşa ziman û wêjeya îngîlîzî dixwîne.