Hunermenda Kurd Mehabad li Îsraîlê konsêrtek Kurdî saz dike

21-04-2016
RÛDAW
A+ A-


 Hewlêr (Rûdaw) – Hunermenda ji Başûrê Kurdistanê bo welatê Îsraîlê hatiye vexwandin daku li wir konsêrteke stranên Kurdî saz bike.

 

Hunermenda ji bajarê Dihokê yê Başûrê Kurdistanê Mehabad Îbrahîm dê li Îsraîlê konsêrteke stran û muzîka kurdî ji kurdên wî welatî re saz bike.

 

Di vê bareyê de hunermend Mehabad Îbrahîm ji Rûdawê re got: “Piştî ku çend salan me li Los Angelesê li Amerîkayê ji bêhtirî 10 hezar Cihûyên Kurd re konsêrt pêşkêş dikirin, vê carê ez hatine vexwandim, daku li Îsraîlê konsêrtek mûzîk û stranên Kurdî pêşkêşî bikim.”

 

Mehabad herwiha got: “Ez ji hêla Serokê Komeleya Kurdên Cihû li Îsraîlê hatime vexwendin da ku ez li wir jî stranên kurdî pêşkêş bikim. Çimkî ew di mehên 4 û 5an de geşt û seyranên hevbeş dikin û ji dîlan û stranên kurdî hez dikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst