Kemanjen Karîna: Muzîka Kurdî bi dilê min e

21-03-2021
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Karîna Şeker kemanjen e û ew ji dayikeke Rûs û ji bavekî Ermenî hatiye dinyayê
Karîna Şeker kemanjen e û ew ji dayikeke Rûs û ji bavekî Ermenî hatiye dinyayê
A+ A-

Moskow (Rûdaw) - Karîna Şeker kemanjena solîst a orkestroyê ye. Ew ji dayikeke Rûs û ji bavekî Ermenî hatiye dinyayê.

Bi kurdekî ji Wanê re zewiciye, dayika sê zarokan e. Niha li Moskowê mamostetiya muzîkê dike.

Karîna wiha behsa xwe û hunera xwe dike: “Hemû muzîka Rojhilata Navîn bi dilê min in, muzîka kurdî jî bi taybetî. Min perwerdehiya akademîk a muzîkê wergirtiye û zêdetir kompozîtorên Ewropî yên mîna Bahck, Mozart, Çaykovskiy, Şopen û yên din dijenim û fêrî zarokan dikim. Ez li Qafkasyayê, li Osetiya Bakûr jidayîk bûme. Bavê min Ermenî ye û ez muzîka Ermenî ji nêz ve dizanim.”

Karîna xwe behsa muzîka Kurdî kir: “Muzîka rojhilatî, bi taybetî muzîka Kurdî jî gelek kûr e. Piştî ku min Bayram nas kir, û em zewicîn, ez bi muzîka Kurdî ji nêz ve bûm nas. Muzîka Kurdî bi kûrahî xîtabê hestên mirovê dike û pir rîtmîk e. Lewma hewl didim repertûara xwe pê dewlementir bikim.”

Kemanj Karîna da zanîn ku sê keçên wan hebe û got: “Yek 8 salî û ya din 6 salî diçin dibistana muzîkê û perwerdeya muzîka akademîk dibînin. Lê, li malê em zewqa muzîka kurdî jî li zarokan telkîn dikin. Keça min a 2 salî jî êdî bi stranên kurdî mezin dibe. Dibe ku sala din li Newrozê emê bi dueteke, an bi trio, heta dibe ku bi kuartetê derkevin ser dike.”

Karîna bi xwe strana Şîrîn a Şahram Nazerî  guncandiye bo kemanê û ji bo temaşevanên Rûdawê re dijene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst