Di wêjeya Kurdî de Newroz

Hewlêr (Rûdaw) - Helbestvanên kurd ji berî hezar û sedê salan behsa Bewrozê di berhemên xwe de kirine.

 

Cejna Newrozê cejneke kevn û dîrokî ya gelê Kurd e. Di wê rojê de ku tê wateya roja nû û destpêka buharê, Kurd bi biçûk û mezinan, xort û keçan, pîr û kalan derdikevin pêşwaziya buhara xweza û azadiya Kurdistanê. 

 

Newrozê cihê xwe di dilê hemû şaîrên Kurd de girtiye, bi taybetî di edebiyata Kurdî ya klasîk de, helbestvanên Kurd Newroz di beyt û helbestên xwe de nemir kirine.

 

Yek ji helbestvanên Kurd yên pêşî Baba Tahirê Uryan berî hezar salî di dubeytiyên xwe de kêf û şahiya roja gihîştina yarê wek kêfa roja Newrozê diyar dike û dibêje:

 

“Cuda ez rûyet ey mahê dilefroz

Ne roz ez şu şinasum ne şu ez roz

Wisalet ger me ra gerded muyesser

Hemê rozem şewed Newroz”

 

Melayê Cizîrî di dîwana xwe de navê Newrozê tîne ziman û wê wek sersala Kurdan û çûna tariyê û hatina ronahiyê wesf dike û dibêje:

 

“Bê nûr û narê muhbetê

Bê neqş û suniê qudretê

Naçîn meqamê wesletê

Nûrun lena welleylû dac

Ev narê sîqala dil e

Daim li wê qala dil e

Newroz û sersala dil e

Weqtê hilêtin ew sîrac”

 

Ehmedê Xanî jî di Mem û Zîna xwe de, roja Newrozê bi awayekî bedew disêwirîne. Jixwe çîroka eşqa Memo û Zînê di Newrozê bixwe de dest pê dike. Xanî Newrozê wek demsala xweşî û şadiyê wêne dike û dibêje:

 

“Roja ku dibûye îdê Newrûz

Teizîmi ji bo dema dilefrûz

Bilcumle diçûne der ji malan

Hetta digihîşte pîr û kalan

Mebnî li wî adetê mubarek

Şehrî û sipahiyan bi carek

Bajêr û kelat û xanî berdan

Teşbîhê bi nejdiyan û cerdan

Yanî ku dihate burcê sersal

Qet kes nedima di mesken û mal”

Cegerxwîn di helbesta Kîme Ez de behsa serpêhatiya Newrozê û kuştina Zehakê xwînmij û Kurdkuj bi destê Kawayê Hesinkar dike û dibêje:

 

“Kawey Hesinkar bav û kalê min

Perçiqand serê Zehakê dijmin

Ji gerdena Kurd

Wî şikand zencîr

Serê me parast

Ji birîn û şûr

Roja hat kuştin xwînmijê dilsoj”

 

Goya dibêjin:

 

“Ew roj e Nûroz

Zivistan diçî

Ew rojên ne xweş

Parêz dibî Kurd

Ji dêwê zergeş

Wisa dibêjî Zerdeştê rêzan

Ehrîmen dişke Hurmiz tê meydan”