Konsera Metîn û Kemal Kahraman dîsa hat qedexekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Ewlehiyê ya Çewlîgê konsera hunermendên Kurd Metîn û Kemal Kahraman betal kir.

Hunermendên Kurd Metîn û Kemal Kahraman dê îro li parêzgeha Çewlîgê konserek li dar bixista.

Metîn û Kemal Kahraman ku birayên hev in piranî bi muzîka Kurdî ya zaravayê Kirmanckî/Zazakî tên naskirin.

Metîn û Kemal Kahraman li ser hesabê xwe yê tora civakî ragihand ku Rêveberiya Ewlehiyê ya Çewlîgê konsera wan betal kiriye û ji ber wê yekê ji hezkiriyên xwe daxwaza lêborînê kir.

Derbarê sedemên hilweşandina konserê de ti zanyarî nehatine dayîn.

Berî niha jî li çend parêzgehan konserên her du hunermendên Kurd hatibûn qedexekirin.

Metîn û Keman Kahraman 10ê Sibatê rêzekonserên xwe li Stenbolê dabûn destpêkirin û biryar e heta dawiya vê mehê li çend parêzgehan konseran saz bikin.

Dîroka konserên wan ên mayî wiha ye:

  • 22yê Sibatê, Wan
  • 23yê Sibatê, Amed
  • 24ê Sibatê, Dêrsim
  • 25ê Sibatê, Xarpêt
  • 28ê Sibatê, Enqere