Konsera Metîn û Kemal Kahraman dîsa hat qedexekirin

21-02-2024
RÛDAW
Nîşan Metîn û Kemal Kahraman Qedexekirina Konseran Çewlîg
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Ewlehiyê ya Çewlîgê konsera hunermendên Kurd Metîn û Kemal Kahraman betal kir.

Hunermendên Kurd Metîn û Kemal Kahraman dê îro li parêzgeha Çewlîgê konserek li dar bixista.

Metîn û Kemal Kahraman ku birayên hev in piranî bi muzîka Kurdî ya zaravayê Kirmanckî/Zazakî tên naskirin.

Metîn û Kemal Kahraman li ser hesabê xwe yê tora civakî ragihand ku Rêveberiya Ewlehiyê ya Çewlîgê konsera wan betal kiriye û ji ber wê yekê ji hezkiriyên xwe daxwaza lêborînê kir.

Derbarê sedemên hilweşandina konserê de ti zanyarî nehatine dayîn.

Metîn û Kemal Kahraman li ser hesabê xwe yê tora civakî ragihand

Berî niha jî li çend parêzgehan konserên her du hunermendên Kurd hatibûn qedexekirin.

Metîn û Keman Kahraman 10ê Sibatê rêzekonserên xwe li Stenbolê dabûn destpêkirin û biryar e heta dawiya vê mehê li çend parêzgehan konseran saz bikin.

Dîroka konserên wan ên mayî wiha ye:

  • 22yê Sibatê, Wan
  • 23yê Sibatê, Amed
  • 24ê Sibatê, Dêrsim
  • 25ê Sibatê, Xarpêt
  • 28ê Sibatê, Enqere
  • Konserên wan ên mayî

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst