Li mizgevtekê piştî banga nimêjê strana Tatlîses hat weşandin!

21-02-2018
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Mizgevt Stran Îbrahîm Tatlîses
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Li navçeya Kuşadasî ya ser bi parêzgeha Aydîn a Tirkiyê ve li mizgevtekê piştî banga nimêjê, straneke stranbêjê navdarê Tirkiyê Îbrahîm Tatlîses ji bilingoyê hat pexşkirin.

 

Li gorî nûçeya DHAyê, pexşkirina stranê ji bilindgoya mizgevtê, li Mizgevta Şaredariyê ya li Taxa Cumhuriyet a navçeya Kuşadasiyê qewimiye.

 

Herwiha heftiya bihorî jî heman navçeyê û li Mizgevta Turkmen stran ji bilindgoya wê mizgevtê ve hatibû pexşkirin.

 

Bûyer bi vî awayî hatiye vegotin, ku piştî banga nimêjê, straneke berê ya stranbêjê Tirkiyê Îbrahîm Tatlîses ji bilindgoya mizgevtê hat weşandin, ku ew bûyer bû sedema matmayîna xelkê.

 

Li gorî nûçeyê, welatiyan bawerî bi guhê xwe nedkirin, ku ji bilindgoya mizgevtekê ve stran were xwandin.

 

Di dema ku ew bûyer çê dibe, welatiyên derdora mizgevtê bi mobaylên xwe dîmenên pexşkirina strana Tatlîses ji bilindgoya mizgevtê tomar dikin û piştre li ser medyaya civakî belav dikin.

 

Ji ber wan bûyerên ku li mizgevtên navçeya Kuşadasiyê ya Tirkiyê çê bûne, li ser medyaya civakî mela û gotarbêjên mizgevtan bûne armanca rexneyan û rexneyên tund li wan hatin girtin.

 

Li ser medyaya civakî gotinên weke, “mamosta zêde germ bû, piştî bangê dest bi strangotinê kir”, an jî “mamosta mijûlî eyarkirina frekansên radyoyê ye”, weke rexne û henek nivîsandin.

 

Berpirsên Muftîtiya Navçeya Kuşadasiya Aydînê jî derbarê bûyerê de gotine, ku “nepêkan e ku ji minaret û bilindgoyên mizgevtên wan pexşên wisa werin encamdan û li mizgevtên navçeyê banga nimêjê bi sîstemeke navendî tê dan.”

 

Heman rayedaran tekez kirine, “çê dibe ku bi rêya frêkansên bêtêlan ve dikevin nav sîstama bangdayîna mizgevtan” û gotine, “ew pêşhat bi niyeteke xirab e û dê lêkolînê di vê bareyê de bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst