Gelek nivîskarên Kurd duzimanî ne

21-02-2016
Besam Mistefa
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nivîskarên Rojavayê Kurdistanê bi giştî xwedî du zimanên nivîsandinê ne. Ew hem bi zimanê kurdî û hem jî bi zimanê erebî dinivîsin. Kurdî li Sûriyê zimanekî qedexe bû, heta niha jî di destûra Sûriyê de cih ji zimanê kurdî re tune ye, bi fermî qedexe ye.

Qedexeya li ser zimanê kurdî gelek astengî li pêşiya ziman derkevin û bû sedema wê yekê ku weke tê xwestin û baş bi pêşnekeve. Kurdên Rojavayê Kurdistanê, ji cem xwe fêrî kurdî bûn, yanî dibistanên fêrkirina zimanê kurdî tune bûn.

Li Rojavayê Kurdistanê piraniya nivîskarên Kurd duzimanî ne ango bi zimanê erebî û kurdî dinivîsin. Çimkî li Rojavayê Kurdistanê yan Sûriyê zimanê fermî yê dewletê tenê zimanê erebî bû û desthilata Sûriyê ti zimanên din ji bilî yê erebî nas nedikir. Bi taybetî jî zimanê kurdî rastî qedexe û astengiyên curbicur dihat û hîn jê tê. Nexasim nebûna perwerdeya bi zimanê dayikê bû sedemekî berçav ji vê yekê re. 

Gelek afirîner û nivîskarên kurd ên Rojava tenê bi erebî dinivîsin wek Selîm Berekat û Îbrahîm Yûsif û Heysem Hisên, lê berhemên wan bo kurdî tên wergerandin.

Hinek jî bi herdu zimanan dinivîsin wek rehmetiyê Hamid Bedirxan, Îbrahîm Mehmûd, Teha Xelîl, Xalid Cemîl, Helîm Yûsif û Jan Dost û gelek kesên din, lê yên tenê bi kurdî dinivîsin pir kêm in yan dibe ku nebin. Lê bi piranî mijar û naveroka berhemên wan kurdî ne yanî girêdayî dîrok û jiyan û meseleyên gelê Kurd in.

Selîm Berekat yek ji nimûneyên herî navdar e ku tenê bi zimanê erebî dinivîse û navûdengê wî di cîhana erebî de belav bûye. Li ser sedemê nenivîsandina bi kurdî Selîm Berekat dibêje:

"Pêkan bû ez bi zimanê kurdî binivîsim eger ku karîna min tê de bêhtir bûya weke hin nivîskarên Kurd ên dîtir ku li derve fêrî zimanê kurdî bûn û bi awayekî baş fêrî bûn. Zimanê erebî ji me re ne zimanekî biyanî bû. Yanî qet ne wek zimanê fransî bû ku hatibû Cezayîrê. Lê zimanê erebî di warê olî de hebû. Min bi xwe re zimanê erebî veguherande ser nasnameyeke kurdî."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst