Ji bo parastina Kirmanckî serî li UNESCOyê hat dayîn

21-02-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) - Bi helkefta 21ê Sibatê, Roja Zimanê Dayikê, ji bo zaravayê Kirmanckî (zazakî) yê Kurdî li "Lîsteya Mîratên Çandî ya ya UNESCO" bê bicîhkirin û were parastin, serî li Komîsyona Millî ya Tirkiyyê ya UNESCO hat dayîn.

Xwendekarê Master ê Beşa Ziman û Çanda Kurdî ya Zanîngeha Artûklû ya Mêrdînê Mutlu Can, bi mebesta parastina zaravayê Kirmanckî yê kurdî nêzîkî hezar îmze radestî Komîsyona UNESCOyê ya li Tirkiyê kir.

 

Di nameya serlêdanê de hat xwestin ku Kirmanckî li lîsteya mîratên çandî ya UNESCOyê de were bicihkirin û bi bernameyeke parastina ziman, tavilê were garantîkirin.

 

Di nameya serlêdanê de ev mijar hatin diyarkirin: "Ji bo ku Kirmanckî bikeve lîsteya mîratên çandî ya UNESCOyê divê bernameyek guncaw bo parastina wê zaravayê kurdî were dariştin.”

 

Zaravayê Kirmanckî yê kurdî ku wek zazakî û dimilî jî tê binavkirin, li deverên Dêrsim, Çewlik, Vartoya Mûşê û hinek deverên din ên Bakûrê Kurdistanê tê axaftin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst