Brader klîpeke nû li ser Kobaniyê çêkir

21-01-2024
RÛDAW
Nîşan Brader Kobanî Klîp
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê navdar ê Kurd Brader Musikî, klîpeke nû li ser bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê çêkir.

Klîba Brader cara yekem di Rûdawê de tê weşandin, piştre ew dê li ser kanala xwe ya Youtubeyê belav bike.

Brader di klîpê de behsa qehremaniya şervanan a di şerê Kobaniyê yê li dijî DAIŞê de dike.

Gotin û awaz ên Brader bi xwe ne û derhênerê klîbê jî Cengo Şerîf e.

Hozan Brader di sala 1958an de li gundê Mûsîkiyê yê Mêrdinê hatiye dinê.

Bavê wî li herêmê dengbêjekî naskirî bû û zaroktiya xwe li civata bavê xwe derbas kiriye.

Hozan Brader di warê hunerî de ne tenê karê muzîkê dike herwiha wî di gelek film û rêzefilman de wekî lîstikvan rol wergirtiye.

Ew di heman demê de mijûlî hunera şêwekariyê dibe û doza gelê Kurd bi hemû awayan tîne ziman.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst