Helbestkarê Kurd Çayan Okuduci li Stenbolê pirtûka xwe ya nû îmze kir

Stenbol (Rûdaw) - Helbestkarê Kurd Çayan Okuduci, li Stenbolê pirtûka xwe ya nû ya helbestan ji bo xwînerên xwe îmze kir.

Bernameya lansman û îmzeyê ya pirtûka bi navê “Bêxweda” duh li navçeya Beyogluyê ya Stenbolê, li Pirtûkxaneya Medyayê hat lidarxistin.

Çayan Okuduci di destpêka bernameyê de spasiya beşdar û xwîneran kir û wiha got:

“Hûn hemû bi xêr û xweşî hatin. Li derve baran û bahoz heye lê hûn tevî vê jî dîsa hatin lansmana me. Ez spasiya we hemûyan dikim.”

Eleqe û beşdarî zêde bû

Lansman û îmzekirina pirtûka “Bêxweda” ya Okuduci bi qasî 2 saetan ajot û eleqe û beşdarî zêde bû.

Siyasetmedar û rewşenbîr Fuat Onen, akademisyen û nivîskar Serdar Şengul, nivîskar Murat Ozyaşar û Berken Doner, akademisyen û wergêrê Îrlandî Neil Doherty jî beşdarê bernameyê bûn.

Helbestkar Çayan Okuduci, di dawiya bernameyê de ji bo xwînerên xwe, helbesta xwe ya bi navê “Xwezî” xwend.

Yekem car e bi Kurdî çap dike

Pirtûka helbestan"Bêxweda", yekem pirtûka bi Kurdî ya Çayan Okuduci ye.

Pirtûka “Bêxweda” ji 22 helbest û 64 rûpelan pêk tê.

Okuduci, heta niha çend pirtûkên helbestan ên bi Tirkî nivîsandine.

Pirtûka “Bêxweda”, di Kanûna Peşîna 2023yan de ji Weşanxaneya Lîsê hat çapkirin û cara ewil di Pêşangeha Pirtûkan a Amedê de gihişt ber destê xwîneran.