Wezareta Rewşenbîriyê ya Tirkiyeyê sê pirtûkên klasîk ên Kurdî çap kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Sê pirtûkên klasîk ên Kurdî ji aliyê Wezareta Rewşenbîrî û Geştyariyê ya Tirkiyeyê ve hatin çapkirin.

Ew sê pirtûk niha li pirtûkxaneyan tên bidestxistin.

Serrawêjkara Serokkomarê Tirkiyeyê û parlamentera berê ya AK Partiyê Wanê Gulşen Orhanê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî weşandanî Sê pirtûkên klasîk ên Kurdî ragihand.

Gulşen Orhanê da zanîn ku Dîwana Şêxê Meczûb, Rewdi’n-Ne’îmê ya Şêx Ebdurehmanê Axtepî û Dîwana Mela Muhyeddînê Dêrşewî ji aliyê Wezareta Rewşenbîrî û Geştyariyê ya Tirkiyeyê ve hatin çapkirin.

Gulşe Orhanê di peyama xwe de nivîsiye:

 “Berhemên Edebiyata Klasîk a Kurdî ku her yek ji wan gewherek e, ji aliyê Wezareta Rewşenbîrî û Geştyariyê ve hatin çapkirin.

Ev xizmeta mezin ku bi serpereştiya û fermana serokkomarê me hatiye kirin, ne tenê bo xelkê di heman demê de ji bo nifşê paşerojê jî diyariyeke mezin e.”

Gihandina van berhemên giranbûha ku dewlemendiyeke vî welatî ne, bi rêya dewleta me û miletê me, ji xeynî aliyê edebî, xizmetek e ku biratî û yekîtiya çarenivîsa miletê me bihêz dike.”

Hersê pirtûkên Kurdî yên hatine çapkirin:

  • Şêxê Meczûb - Dîwan
  • Şêx Ebdurehmanê Axtepî - Rewdi’n-Ne’îm
  • Mela Muhyeddînê Dêrşewî – Dîwan

Wezareta Rewşenbîrî û Geştyarî ya Tirkiyê berî niha jî 11 berhemên Kurdî çap kiribûn:

Ehmedê Xanî - Mem û Zîn

  • Feqîyê Teyran - Dîwan
  • Melayê Cizîrî - Dîwan
  • Melayê Bateyî - Mewlîda Şerîf
  • Pertew Begê Hekkarî - Dîwan
  • Sîyahpûş - Destana Seyfulmulük û Bedîu’l-Cemal
  • Mele Xelîlê Sêrtî - Nehcu’l Enam
  • Şêx Şemseddînê Exlatî - Dîwan
  • Mele Elîyê Baqustanî - Hemû Berhem (Dîwan- Sultan Şeyhmus- Mewlüt)
  • Şêx Beşîrê Haşimî- Gulzara Evîndaran (Dîwan)
  • Şêx Ebdurehmanê Axtepî - Dîwana Rûhî
  •