Parlamentoya Kurdistanê pîrozbayî li Bextiyar Elî kir

20-12-2017
RÛDAW
Nîşan Parlamentoya Kurdistanê Bextiayr Elî Nelly Sachs
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamentoya Kurdistanê, bi boneya wergirtina xelata Nilli Zax pîrozbayî li nivîskar û romannivîsê Kurd Bextiyar Elî kir.

 

Komîteya Rewşenbîrî û Ragihandinn û Hunerê ya Parlamentoya Kurdistanê di nivîseke fermî de dibêje: “Bi boneya wergirtina xelata Nelly Sachs bo karên edebî yên bilind, em pîrozbayî li nivîskarê mezinê gelê xwe Bextiyar Elî dikin.”

 

Parlamentoya Kurdistanê dibêje: “Gelê me serbilind e bi hebûna nivîskarên weke we yên birêz ku bi salan e xizmeta warê nivîsîn û wêjeyê dikin û we kariye wêjeya Kurdî bigihîhinin asteke bilind û naskirî di nava wêjeya cîhanî de.”

 

Roja 10-12-2017 nivîskar û romannivîsê navdarê Kurd ê ji Başûrê Kurdistanê, Bextiyar Elî li Almanyayê xelata cîhanî ya Nelly Sachs di warê wêneyê de wergirt. Xalet ji aliyê Parêzgarê Dortmondê ve pêşkêşî Bextiyar Elî hat kirin û bi vî awayî navê wî nivîskarê mezinê Kurd jî çûye nava lîsta nivîskar û wêjekarên navdar ên cîhanê.

 

Xelata Nelly Sachs xelateke wêjeyî ya cîhanî ye û di merasîmekê de her du salan carekê pêşkêşî wan kesatiyan tê kirin, ku di wêjeyê de roleke wan a berçav heye.

 

Nelly Sachs nivîskareka jin a Almanî ye ku di sala 1981an de li Berlînê ji dayik bûye û sala 1966an xelata Nobel a wêjeyê bi dest aniye û di sala 1966an de jî koça dawî kiriye.


Nivîsîn: Sîna Soma

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst