Wêneyekî nû yê Yilmaz Guney derket holê: Hevjîna wî parve kir

Hewlêr (Rûdaw) - Fatoş Guneyê wêneyekî hevjînê xwe Yilmaz Guneyê ku heta niha nehatiye weşandin parve kir.

Wêneyê lîstikvan, derhêner, senarîst û çêkerê Kurd Yilmaz Guneyê, bi hevjîna xwe Fatoş Guneyê re heta niha nehatibû dîtin derket holê.

Fatoş Guneyê wêne li ser hesabê xwe yê Instagramê parve kir.

Fatoş Guneyê li ser wêneyê jî wiha nivîsî, “Rojeke serdanê ya li Girtîgeha Toptaşiyê, 1979.”

Fatoş Güney (@fatosguney17)'in paylaştığı bir gönderi