Projeya Nûhat piştevaniya sînemagerên genc ên Kurd dike

20-11-2021
Huner Reşîd
Festîvala Navdewletî ya Filman a Duhokê berdewam e
Festîvala Navdewletî ya Filman a Duhokê berdewam e
Nîşan Festîvala Navnetewî ya Fîlman li Duhokê Prrejeya Nuhat Enstîtûya Goethe
A+ A-

Duhok (Rûdaw) - Gera 8emîn a Festîvala Navdewletî ya Filman ya Duhokê berdewam e. Îsal hejmarek ji derhênerên genc  di çarçoveya projeta Nûhat de beşdar in. Porjeya Nûhat bo piştevanîkirina wan gencên ku nû têne nava cîhana Sînameyî. Nûnerê Enstîtûya Goethe ya Almanî ku xwediya vê projeyê ye dibêje ku armanca wan rahênankirin û piştevanîkirina darayî  ya derhênerên genc e,  ku zehmet  bikaribin bi xwe  li Iraqê wê rahênan û piştevaniyê peyda bikin.

Rowal Navgundî yê wek aktor beşdarî nêzîkî 10 fîlman bûye, derhênana 2 kurtêfîlman jî kiriye, wî niha dest bi nivîsandina senaryoya fîlmekê kiriye û beşdarî projeya Nûhat bûye ku ji aliyê Enstîtûya Goethe ya Almanî piştevaniya wê tê kirin.

Projeya Nûhat ji bo wan gencen e ku nû dest bi sînemayê dikin. Projeya Nûhat di warê derhênan, nivîsandina senaryo û tomarkirina dîmenan de dibe piştevan.

Beşdariyê Projeya Nûhat, sînemager Rowal Navgundî dibêje: “Sê hevalên min û ez em wek tîm bo nivîsandina çîrokekê kar dikin. Em niha hewl didin çîroka xwe pêş bixin. Em dê piştre çîroka xwe pêşkeşî jûriyan bikin û hewl bidin wan razî bikin ku ji bo çêkirina fîlmê fonê werbigirin. Komxebatên bi vî rengî gelek girîng in. Li ser projeyê em ligel derhênerê Efxan Sidiq Bermank jî danûstandina dikin.”

Ji Herêma Kurdistanê û Iraqê 29  genc bo heyama 7 rojan beşdarî Projeya Enstîtûya Goethe ya Almanî bûne.

 bu mawê 7 rujan beşdarî vî prujey ne peymangeha gute piştgirya darayê ya wan gencan bket ewên jegerê kurunayê û nebuna parey prujên wan rawestayn

Nûnerê Enstîtûya Goethe ya Almanî Konstantin Schaffer dibêje; “Nûhat projeyek e ji aliyê Enstîtûya Goethe ye bo Iraqê, bi hevkarî li gel Filme Fistîvala Duhokê ya Navdewletî tê cîbicîkirin bi alîkariya  Wezareta Almanya bo Hevahengî û Pêşkeftinê. Armanca me alîkarîkirina derhênerên genc e ji bo rahênankirina wan, herwiha bihêzkirina jiyana wan di vî warî de, ji ber ku bi rastî zehmet e ji bo derhênerên genc bikaribin li Iraqê derfetê bibînin ji bo rahênan û bidestxistina pişgiriya darayî, lewra Nuhat alîkariya van derhênerên genc dike, ku vê yekê pêk bînin.”

Rojane ji nîşandana filman li Hola Konferansê ya Zanîngeha Duhokê panelên diyarkirin û çareserkirina  kêşên sînemakaran têne pêşkêşkrin bi mebsta pêşxistna vî kertê li Herêma Kurdistanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst