SILÊMANÎ - Festîvala Gelawêj dest pê kir

20-11-2016
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Festîvala Gelawêj Silêmanî Jenosîda Ermeniyan
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) – 20emîn Festîvala Gelevêj, di bin dirûşma “Aqlekî Azad û Nifşekî Rewşenbîr”, dest pê kir. Tora Medyaya Rûdawê sponsoriya festîvalê dike û biryare 4 rojan berdewam bike.

 

Bi sponsoriya Tora Medyaya Rûdawê, li Hola Tewer a bajarê Silêmaniyê, 20emîn festîvala wêjeyî û hunerî ya Gelewêj dest pê kir.

 

Peyamnêra Rûdawê Şadiye Resûl da zanîn ku jiber şerê DAIŞê piraniya mêvanan nekarîne bên.

 

Serokê Navenda Edebî û Rewşenbîrî ya Gelawêj Dr. Newzad Ehmed Eswed ji Rûdawê re ragihand, ji bilî nivîskarên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, nivîskar, helbestvan û rexnegirên ji Iraq, Lûbnan, Ermenîstan û Îranê jî ji bo festîvalê hatine vexwendin.

 

Eswed herwiha got: “Di festîvala îsal de dê li ser jenosîda kurd û ermeniyan gotar bên pêşkeşkirin. Herwiha ji bilî helbest û berhemên din ên wêjeyî, dê li ser cîhana felsefeyê jî guftûgo bên kirin.

 

Serokê Navenda Edebî û Rewşenbîrî ya Gelawêj Dr. Newzad Ehmed Eswed diyar kir ku dê di festîvalê de rojek jî ji bo çanda erebî û farisî bê terxankirin. Dê roja sêyem nivîskarên eber û fasr babetên xwe pêşkeş bikin.

 

 Di rojên yekemîn, duwemîn û sêyemîn de dê xelatên helbest, çîrok û lêkolînan bên dabeşkirin û herwiha di dawiyê de jî dê Xelata Hisên Arif bidin romannivîsek kurd.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst