Soylu nerazîbûn li hemberî pêşangeha Ahmet Guneştekîn nîşan da

20-10-2021
Abdulselam Akinci
Nîşan Ahmet Guneştekîn Pêşangeha Jûra Bîrê
A+ A-

Hwelêr (Rûdaw) – Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu nerazîbûn li hemberî pêşangeha bi navê “Jûra Bîrê” ya şêwekarê navdar ê kurd Ahmed Guneştekîn nîşan da û got: “Di vê pêşengeha jûra Bîrê de ew kesên ku li Durumlu hatin kuştin ma hebûn? Di vê Jûra Bîrê de ew kesên ku li gundê Tanişik hatibûn kuştin hebûn?”

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu bi armanca beşdarbûna roja mixtaran li Amedê bi 220 mixtaran re civînek bi xwarin li darxist û di civînê de li gel meselyên siyasî Soylu rexne li pêşangeha bi navê Jûra Bîrê ya şêwekarê Kurd  Ahmet Guneştekîn kirin.

Suleyman Soylu got: “Di vê pêşengeha jûra Bîrê de ew kesên ku li Durumlu hatin kuştin ma hebûn? Di vê Jûra Bîrê de ew kesên ku li gundê Tanişik hatibûn kuştin hebûn? Di Jûra Bîrê de mamoste Aybuke hebû? Di vê Jûra bîrê de ev zarokên sê mehî yên şeş mehî hebûn? Hûn dixwazin hûn çi paqij bikin? Li vir ez dixwazim ji we re bêjim. Ew kesên li vir wan her tişt dît. We derbe dît. We anarşî dît,we terorîzmê dît. Ji Ewropa û Amerîka yên ku tilî li me dihejandin we dît. Kesên  sivkatî li me kirin we dît. Me hemûyab bi hevre dît. Me rêjeya ji sedî 8000 faîz dît. Em êvarê razan serê sibê radibûn me didît ku em pênc qat hejar bûne. Me vana hemûyan bi hev re dît.”

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê  herwiha anî ziman: “Dibe ku fikrê me ji hev cûdatir bin.Dibe ku em hemû ne nijadek bin jî,dibe ku em cûda li dinyayê binêrin jî lê lazim e ku em bi hev re tiştek bikin û tiştên ku m  dîtine divê ew nesla li pêş me nebînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst