Çîroka stêrkeke geş a li asmanê Kurdayetiyê: Şehîd Mehmûd Êzdî

Hewlêr (Rûdaw) - Ev aştî û azadî ne bi hêsanî, bi xwîna bi hezaran ciwan û têkoşerên vî welatî pêk hatiye.

Ev belgefîlm çîroka şehîdê qehreman ê şoreşên Îlonê û Gulanê Şehîd Mehmûd Êzdî ku yek ji kesayetên sereke yên Şoreşa Gulanê tê naskirin, vedibêje.

Şehîd Mehmûd Êzidî di sala 1944an de ji dayîk bûye.

Di sala 1963yan de, tevlî nava rêxistinên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bû ku wê demê di nava artêşa Îraqê de bû. 

Piştî hilweşîna Şoreşa Îlonê çû Îranê lê zêde neman û berê xwe da gundên Başûrê Kurdistanê û dîsa dest bi xebatên xwe yên rêxistinî kir.

Piştre rêxistinên xwe berfireh kir û çalakiyên xwe derbasî bajaran û piştre jî derbasî Mûsil û Bexdayê kir.

Şehîd Mehmûd Êzdî di karê leşkerî û rêxistinî de, tirseke mezin xistibû dilê rejîma Beasê ku hemû hewlên xwe dabûn ji bo ku wî ji holê rakirn. 

Herî dawî Mehmûd Êzdî bi xiyanet hat şehîdkirin

Şehîd Mehmûd Êzdî beşdarî gelek çîrok û qehremaniyan bû, li gorî hevalên wî her tim lehengê şeran bû û dest ji tiştekî berneda û ji mirinê netirsiya.

Ew stêrkeke geş bû li asmanê Kurdayetiyê û li dijî zilm û neheqiyê şer dikir.