Bureau des Légendes: Aktrîsa navdar bû şervana YPJyê

Hewlêr (Rûdaw) - Aktrîsa navdar Melîsa Sozen ku li Fransayê ye, di sezona sêyemîn a rêzefîlma "Le Bureau des Légendes" de rola sereke lîst.

Melîsa Sozen di rêzefîlmê de rola şervaneke Yekîneyên Paristan Jinan (YPJ) wergirtiye.

Helbestvan û nivîskarê navûdeng Murathan Mungan jî wêneyên Melîsa Sozenê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kirin.

Murathan Mungan wiha got:

“Di sezona sêyemîn a rêzefîlma efsanewî ya Fransî Le Bureau des Legendsê de, Melîsa Sozen jî di rola şervaneke PYDyê ya li herêma Rojava şer dike de ye.

Rêzefîlmeke baş e û ez jî bi kêfxweşî temaşe dikim.”

Melîsa Sozenê piştî wê rêzefîlmê, di fîlma "Damien veut changer le monde" de li gel lîsikvanên herî navdar ên Fransayê rola sereke wegirt.

Melîsa Sozan Tîrmeha 1985an li Stenbolê ji dayîk bûye.