EFRÎN - Hemû di erdhejê de sêwî man, bi ahengekê xemên xwe sivik dikin

Hewlêr (Rûdaw) – Li nahiyeya Cindirêsê ya Efrînê ji bo zarokên ku di erdheja 6ê Sibatê de sêwî mane ahangek hat lidarxistin.

Peymangeha Aryayê ya Muzîkê 25 zarokên sêwî fêrî jenîna muzîkê û 75 zarokên din jî fêrî şêwekariyê dike.

Peymangeha Aryayê ya Muzîkê piştî zêdetirî meh û nîvekê ji fêrkirinê, ji bo wan zarokan ahengek li dar xist.

Di ahengê de zarokên ku fêrî mûzîkê bûne muzîk jenî û hinek zarokan stranên Kurdî û Erebî gotin.

Zarokên ku fêrî şêwekariyê bûne jî tabloyên xwe nîşan dan.

Zarok bi fêrbûna wênexêziyê û nîşandana tabloyên xwe kêfxweş bûn.

Di gelek tabloyan de behsa êşa ziyandîtiyên erdhejê tê kirin.

Herwiha gelek kesayetiyên Efrînî û rêxistinên civaka sivîl jî beşdarî ahengê bûn.

Yek ji armancên ahengê başkirina moralên zarokên sêwî bû.

Li aliyê din, hinek rêxistinên civaka sivîl jî piştgirî da vê ahengê.