Govend Qadir pirtûkeke nû bi navê Awaza Peyvan weşand

20-07-2024
Hêmin Ebdullah
Govend Qadir pirtûkeke nû bi navê Awaza Peyvan weşand / Wêne: Rûdaw
Govend Qadir pirtûkeke nû bi navê Awaza Peyvan weşand / Wêne: Rûdaw
Nîşan Govend Qadir Awaza Peyvan Pirtûk
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Awaza Peyvan navê pirtûka nû ya Govend Qadir e.

Govend Qadir berê jî hin pirtûkên din ên zanistî li ser deng û muzîkê nivîsandine. Niha jî li Fînlandayê mijûlî xilaskirina mastera xwe ye.

Pirtûka Awaza Peyvan ji awazên stranan û tekstên ku bi kêrî strangotinê tên pêk tê.

Hin ji wan bûne stran, wek mînak strana “Dilê min teng e” ya Karwan Hewramî û hin ji wan hîn jî nebûne stran.

Pirtûk nêzîkî 58 helbestan li xwe digire û bi dîzayneke bêmînak hatiye çêkirin û li ser her rûpelekê wêneyek heye û rûpela din helbest e.

Kesên dixwazin helbestan bikin stran divê destûrê wergirin

Govend Qadir got "Kesên bixwazin tekstên min bikin stran divê destûrê ji me wergire û bi me re biaxive.

Gelo ew dê bi xwe awazê jê re deyne yan em dê jê re deynin? Ev li ser bijartina wî bi xwe dimîne."

Govend Qadir da zanîn ku dema ku ew destpêka sala 2000 gihîşt Ewropayê, wî dest bi karê muzîkê kiriye û got:

“Min bêtir guh da teknolojiya muzîkê. Min girîngiyeke mezin da programên ku stranê ber bi pêş ve dibin û min xwe di nav wan de dît û ev yek bû sedem ku kalîteya karên min bilind bibe."

Di berdewamiya axaftina xwe de Govend Qadir got:

“Ez yekem Kurd im ku min pirtûk bi rêya sepana AppleBookê vekir ku mezintirîn û navdartirîn pirtûkxaneya cîhanê ye û pirtûkxaneyeke online ku dahata şirketa wê li ser e û bazarkirina tê de bi dehan milyar dolar e.

Min di hundirê wê pirtûkxaneyê de, pirtûkxaneyeke xwe ya taybet bi navê Aga Media bi şêwezarê soranî vekir ku 18 pirtûk tê de hene, hin online û hin jî bi pereyan in.”

Hewl dide zimanê Kurdî li pirtûkxaneyê zêde bike

Govend Qadir eşkere kir ku ev demeke dirêj e hewl dide zimanê Kurdî li pirtûkxaneyê zêde bike lê yek ji rêveberên pirtûkxaneyê jê re gotiye ku zêdekirina zimanê Kurdî siyasî ye û ne di desthilata wan de ye.

Lê ew ê hewldanên xwe yên ji bo zêdekirina zimanê Kurdî bidomîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst